Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê êrîşa xwe li ser Helebê dijwartir dike

Êrîşên asmanî û topbarankirina deverên opozisyonê li rojhilatê Helebê ji bo roja çaran lipeyhev roja Înê (18ê Mijdarê) berdewam bûn, weke beşekê ji êrîşeke serbazî ya ku gurtir dibe, AFP ragihand.

"Min qet weke van topbaranên dijwar nebihîstiye," Necîb Faxûrî, serokê koma rizgarkirinê ya xwebexşên Kumên Spî li navçeya Ensarî ya di destê opozisyonê de got.

"Berî niha, me bangeke alîkariyê ji bo vemirandina agir wergirt". "Lê me nikarî em biçin, ji ber topên ku bi ser kolanan diketin."

Bombebaran di dema ku hêzên rejîmê êrîşî taxa Şêx Seyîd a başûrî dikirin de hat, ku berî demeke kurt derbas bibûn û dîsa çekdarên opozîsyonê li hemberî wan sekinîn û ew vegerandin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Çekdarên opozîsyonê bi avêtina zêdetirî bi dehên rokêtan ser deverên rejîmê li bajêr bersiv dan, Rewangehê got jî.

Herî kêm 65 sivîl hatine kuştin ji destpêkirina êrîşan ve, Rewangehê got.

Rejîma Sûriyê û balafirên hevpeymanên wê di bombebarankirina çend bajar û bajarokên Idlibê di roja Înê de berdewam bûn, li gorî nûçegihanê AFP li parêzgehê.

Herweha rejîmê bi topan êrîşî bajarokê Dûma yê dorpêçkirî û bin destê opozîsyonê, li rojhilatê Şamê, kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500