Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pêşketinên nû li Mûsilê bidest dixin

Hêzên Iraqî taxeke nû li rojhilatê Mûsilê roja Sêşemê (29ê Mijdarê) vegerandin, tevî xweragirtineke tund ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve, Fermandariya Operasyonên Nînewa got.

"Hêzên me taxa Suker bi temamî kontrol kirin piştî şeveke dirêj ji şer ku têde 40 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û hejmareke otombîlên wan hatin şewitandin," fermandarê Operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Ala Iraqê niha li ser nexweşxaneya Xensaa li navenda Suker hatiye bilindkirin, û niha em bilez kar li ser paqijkirina deverê dikin ji ber ku bi dehên malbatan li malên xwe asê mane," wî anî ziman.

Hevdem, sê gund li bereyên başûrî û rojavayî hatine rizgarkirin, Cibûrî got, anî ziman ku, "Em pêşbîniya vegerandina balafirgeha Mûsilê di rojek an du rojan de dikin."

Hêzên Iraqî sê kîlometran ji balafirgeha Mûsilê ku li başûrê bajar e dûr in, AFP roja Sêşemê ragihand.

Wan sibeha roja Sêşemê jî 90 kîlometran li başûrê Mûsilê dest bi êrîşekê kirin daku erdê di bin kontrola DAIŞ de li rojhilatê Şirqatê, ew bajarokê ku di Îlonê de ji destê grûpê derxistin, vegerînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500