Nûçeyên Iraqê

Bêtir 10,000 Iraqî aware bûne dema ku hêz ber bi Mûsilê ve pêş dikevin

Nêzîkî 12,000 Iraqî ji malên xwe reviyane ji 17ê Cotmehê ve roja destpêka operasyonekê ji bo derxistina Mûsilê ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Wezareta Koç û Koçberan roja Pêncşemê (27ê Cotmehê) got.

"Hejmara xelkê aware gihiştiye 11,735 kesan ji gundên Nînewa yên ku ji DAIŞ têne rizgarkirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Kesên aware bo kampên awareyan li Hewlêr, Duhok û Selahedîn têne veguhestin ku li wir xwarin û pêdiviyên bilez û tiştên corbicor ji wan re têne peydakirin, daxuyaniyê got.

Hêzên Iraqê roja Pêncşemê sê gundên din jî li gundewarên Mûsiê rizgar kirin, li gorî Fermandariya Operasyonên Nînewa.

"Artêşê Zawiya û Telxana vegerandin, û niha tenê sê kîlometran ji Mûsilê dûr e," fermandarê operasyonên Nîneweyê Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Hevdem, hêzên Pêşmerga gundê Faziliya, li rojhilatê Mûsilê, vegerand," wî got.

"Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî di vekirina rê û rakirina astengiyan ji hêzên me yên bejayî re berdewam in," wî got. "Niha em cihên xwe li deverên ku me berî niha vegerandine xurttir dikin."

Zêdetir ji 800 çekdarên DAIŞ hatine kuştin ji destpêka operasyona Mûsilê ve, Cibûrî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500