Nûçeyên Iraqê

Şer Helebê dihejîne pişt ku agirbest bidawî dibe

Pevçûn û êrîşên asmanî bajarê Sûriyê Helebê roja Yekşemê (23ê Cotmehê) hejand, sê sivîl mirin, piştî nûbûna pevçûnan piştî bidawîhatina agirbesta sê roj, AFP ragihandin.

Agirbest bê ku karên xelaskirina sivîlan ji aliyê NY bidawî hat , NY jî hêvî dikir ku sivîlên birîndar ji taxên rojhilat yê di bin destê opozisyonê de derbixe û alîkariyê dabeş bike piştî çend heftiyan ji bombebarana rejîmê û dorpêçkirina sê mehan.

Êrîşên asmanî û topan taxên rojhilatê Helebê kirin hedef, piştî pevçûnên giran şeva Şemîyê bi dirêjaya xeta eniya ku rojavayî bajêr ya di bin destê rejîmê ji rojhilat dabeş dike, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Yekşemê got.

Li gorî Rewangehê, herî kêm sê sivîl, di nav de jin û zarok jî hene, di êrîşên bi mûşekan de ku navçeya-opozisyonê dikir armanc hatine kuştin, hişyarî jî da ku bi birîndarbûna çend kesan eger heye hejmara kuştîyan zêde bibe .

Mebesta Agirbestê ku rê bidin sivîl û şervanên opozîsyonê ku dest ji rojhilatê bajar berdin.

Rejîmê heşt korîdorên xelaskirina sivîlan vekirin, lê hate ragihandin ku bi tenê çend sivîl di tek korîdorê re hatin derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500