Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî û guleyên opozisyonê 19 kes li Helebê li Sûriyê dikujin

Êrîşên asmanî û êrîşên bombeyên bermîlan 16 kes li deverên li bin destê opozisyonê li parêzgeha Helebê roja Duşemê (25'ê Tîrmehê) kuştin, û topên opozisyonê jî li ser deverên hukmetê hatin berdan ku sêyên din jî dikujin, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirov got ku10 kesên sivîl di çend êrîşên asmanî yên hukmetê de li ser bajarokê Etarib li parêzgeha Helebê hatin kuştin.

Hevdem, li bajarê Helebê, herî kêm şeş kes bi êrîşên bermîlên bombekirî yên hêzên rejîmê li taxên rojhilatî yên bin destê opozisyonê de haitn kuştin, Rewangehê got.

Rewangehê got ku eger heye ew hejmar zêde bibe bi sedema hejmara xelkên birîndar û yên hîn li bin molozan nin.

Di hefteyên dawî de, hêzên rejîmê deveran ji tek rêya gihandinê ber bi rojhilatê bajêr ve girt, ew yek taxên opozisyonê ji cihana li der ve qut kir û wiha kir xwarin kêm bibe û bihayî zêde bibe.

Rewangeh got ku herî kêm sê sivîl bi guleyên opozisyonê li rojavayê Helebê roja Duşemê hatin kuştin.

Roja Yekşemê, topên opozisyonê ketin navenda Dîmeşqê piştî êrîşên asmanî çar nexweşxaneyên berdêlên demdar li Helebê kirin armanc.

Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirov got ku herî kêm heşt kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn dema rokêt li çend taxan li Dîmeşqa kevin ketin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500