Nûçeyên Iraqê

Opozisyona Sûriyê bakurê Helebê hemû ji dest da

Hêzên opozisyona Sûriyê hemû taxên bakur li asêgeha wan li rojhilatê Helebê, roja duşemê (28ê Mijdarê) ji dest da, di demekê de ku rejîm di êrîşa xwe de pêş dikeve ji bo rizgarkirina tevahiya bajêr, AFP ragihand.

Şer bû sedema awarebûyîna bi hezarên sîvîlan.

"Rewş xerab e," Ibrahîm Ebu el-Leys, berdevkê koma rizgarkirinê ên Kofiyên Sipî li taxa Ensarî got. "Awarebûneke girseyî heye û moral pir xirab e."

Roja Duşemê, hêzên rejîmê navçeyên Saxur, Heyderiyê û Şêx xidir dorpêç kirin, û şervanên Kurd taxa Şêx Faris ji hêzên opozisyonê standinin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Birêvebirê Rewangehê Ramî Ebdilrehman ev wekî " têkçûneke herî xirab ya opozisyonê ji dema dorpêça nîvê bajêr ve di 2012 an de rave kir".

Pêşketin hemû bakur-rojhilatê Helebê di bin kontrola rejîmê de hişt, ku tê wateya ku rejîm niha sê çarîkê rojhilatê Helebê kontrol dike.

Şeva roja Yekşemê, Rewangehê got ku nêzîkî 10,000 sivîlan ji rojhilat reviyan, li gel dora 6,000an ber bi taxa Kurdneşîn Şêx Meqsûd ve û 4,000 ber bi cihên rejîmê -rojavayê Helebê çûn. Herwiha sivîl ber bi başûr ve bo navçeyên di destê opozisyonê de çûn.

Êrîş bi êrîşa asmanî ya giran, bombeyên bi bermîl û topan hate destpêkirin, herî kêm 225 sivîl, di nav de 27 zarok hatin kuştin, li rojhilatê Helebê li gorî rewangehê.

Opozisyonê li rojava ku di bin destê rejîmê de ye da ku herî kêmî 27 sivîl di nav de 11 zarok hatine kuştin, ji 15ê Mijdarê ve, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500