Nûçeyên Iraqê

Artêşa Sûriyê pêşdikiv di demekê de ku NY "dojeha bi zindî' ya Helebê şermezar dike

Hêzên rejîma Sûrî roja Yekşemê (2'ê Cotmehê) li Helebê bi alîkariya êrîşên asmanî yên Rusî pêşketin, di dema ku berpirsê bilind yê alîkariya NY "dojeha bi zindî" ku şênî li taxên rojhilatê bajêr ên ku dibin destê opozisyonê de ne jiyan dikin şermezar kir, AFP ragihand.

Artêşa Sûriyê êrîşeke mezin di 22'ê îlonê de ragihand ji bo bidestxistina rojihlatê Helebê ku di bin destê opozisyonê de ye û pêşketinên bejahî bi alîkarîya hevalbenda xwe Mosko li bajêr bi dest xist.

Bi dehan êrîşên asmanî eniyên şer ên di bajêr de roja Yekşemê bombebaran kirin lê êvarî ew kêm bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, girupên serhildêran û hêzên rejîmê hevdu li gelek taxan li seranserê Helebê topbaran kirin.

Rewangehê got ku êrîşên Rûsî "alîkariya hêzên rejîmê di pêşketina li bakurê bajar de kirin", ku ew gihştin nêzîkî navçeya Helukya di bin destê opozisyonê de.

Kampanya Esed li Helebê ya bi piştevaniya serbazî ya Rûsiyî nerazîbûneke navdewletî bi xwe re anî, bi taybetî piştî ku roja Şemiyê bi du bermîlên bombekirî mezintirîn nexweşxaneya li rojhilatê bajêr hedef girt.

Serokê Alîkariyên YN Stephen O'Brien êrîşa li ser nexweşxaneya M10 bi tundî rexne kir ,û roja Yekşemê bang ji bo çalakiya lezgîn ji bo bidawîanîna "dojeha bi zindî" ya ku sivîl li rojhilatê Helebê jiyan dikin kir.

"Sîstema tendurustîyê li rojhilatê Helebê bi tevahî hat hilweşandin. Navendên pizişkî yek bi yek tên hedefkirin," O'Brien nivîsî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500