Bêtirî 15,000 malbatî ji deverên li başûrê Mûsilê di herdu hefteyên borî de aware bûn hevdem ligel berdewambûyîna şerê derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), wezareteke Iraqî roja Çarşemê (31'ê Tebaxê) got.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Koç û Koçberan, 15,480 malbat ji Şerqat, Geyara, û deverên din ên başûrê Mûsilê aware bûne.
Tenê di herdu rojên borî de, daxuyaniyê got, 467 malbat ji gund û gundewarên Şerqat li navenda awarebûnê ya Bثycî hatine wergirtin.
"Wezaret xwarin û ava sar ji malbatan re peyda dike dema ku ew digihin navendê," daxuyaniyê got.