Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xelkê Şerqat behsa awarebûna bikom dikin

Alaa Husên li Bexdayê

Awareyên Iraqî ji Şerqat gihiştin devera Tikrît. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

Awareyên Iraqî ji Şerqat gihiştin devera Tikrît. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

Awareyên Iraqî ku ji Şirqat li bakurê parêzgeha Selahedîn reviyane ji Diyaruna re behsa wê yekê dikin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gelek mîn çandine ji bo rêgirtin li xelkê ku ji bajêr derkevin.

Bêtirî 12,000 xelkê Şerqat ji bajêr reviyane ber bi navendên awarebûnê ve nêzîkî Tikrît ji naverasta Hezîranê ve, Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got.

Di demekê de ku hêzên Iraqî nêzîktir dibin, DAIŞ asta zordariya xwe di nav bajêr de zêde dike, awareyê xelkê Şerqat Xelef el-Fehd el-Mutleg ji Diyaruna re got.

Grûpê xwarin û derman li ser hemû xelkê qut kirine, ji bilî çekdarên xwe, wî got, û îdamkirinan bi hincetên bêbingeh pêk tîne.

Tevî ku DAIŞ nahêle xelk ji bajêr derkevin, wî got, ku ji kampeke awareyan li Hucac nêzîkî Tikrîtê diaxive, "navbera 1,000 û 1,5000 malbat rojane bi awayekî veşartî ji Şerqat diçin Tikrîtê".

"Ew pêxwas û bê ti malûmilkan digihin," wî got. "Wan tenê dixwestin ku xwe û zarokên xwe biparêzin, ji ber vê yekê wan her tişt li pey xwe hişt."

Xelkê Selahedîn û rêxistinên xêrxwaz beşdariyê di alîkariya wan de dikin.

"Ew ava sar û xwarinê didin me, lê trajedî ji hêza xelkê mezintir e," wî got. "Xwarin têrê nake û av jî têhna xelkê aware naşikîne, û pileyên germahiyê bilind in, lê ti alava hênikkirinê li kampa awareyan tune ye."

Dayikeke ku xwest bi Dayika Sacî were binavkirin got ku xelkê Şerqat rastî zehmetiya kêmbûna hemû pêdiviyên sereke bûne, di nav de derman û şîrê zarokan.

"Divê ez her tişta ku bidest min bikeve bidim zarokê xwe," wê got. "Carinan ez şîrê bizin an jî çêlekan didimê, tevî ku ji tenduristiya wî re nebaş e."

Endamên DAIŞê bazarê ligel xelkê bajêr dikin, bangî wan dikin ku kurên xwe bişînin şerê li dijî artêşa Iraqê li kêleka wan û xwarinê bistînin, an jî wan dihêlin ku rastî çarenivîsa xwe bê ti alîkarî bibin, wê got jî.

Bêtirî 600 kesan mirine dema ku hewl didan birevin

Bêtirî 600 kesan di meha borî de mirine dema ku hewl didan ji Şerqat birevin Tikrîtê, qayimeqamê Şerqat Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

Piraniya haletên mirinê ji ber bombeyên bidestçêkirî bûn ku endamên DAIŞê li derveyî bajêr çandine, wî got.

Malbateke ji 11 kesan û malbateke din ji çar kesan di nav wan kesan de bûn ku bi bombeyên bidestçêkirî mirin, wî got, lê belê hinekên din ji tînî mirin dema ku di biyabanê de digeriyan.

Hejmarên mezin ji xelkê aware bûne ji dema rizgarkirina hêzên Iraqî ji bingeha Qeyara re, wî got, anî ziman jî ku zordariya DAIŞê zêdetir bûye ji dema ku xetên alîkariya wê ji Mûsilê bo bakur qut bûne.

Dibe ku hovîtiya zêde ya grûpê li Şerqat ji ber hestê wê bi dawîbûnê be ligel nêzîkbûna artêşa Iraqî, wî got, anî ziman jî ku endamên DAIŞê ditirsin ku serhildaneke cemawerî li dijî wan çêbibe eger artêş derbasî bajêr bû.

Rewşa zehmet a ku xelkê Şerqat têre derbas dibin pêkhateyên civaka Iraqî han dane ku alîkariyê bikin.

Tîmeke hawarçûnê ya girêdayî ofîsa lêvegera Şîe Elî el-Sîstanî hefteya borî karwaneke xwarin û alîkariyan şande ji 10,000 malbatên aware yên Şerqat ku li Tikrîtê dimînin.

Ev tîm dê du geştan bike ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji malbatên hejmarek ji kampan li Tikrîtê, serokê kampanyayê Şêx Alaa el-Rubeyî ji Diyaruna re got, anî ziman ku malbat bi coş alîkariyê ji birayên xwe yên Iraqî werdigrin bêyî ti hesasiyetên tayifî.

Tomarkirina xelkê aware

Wezareta Koç û Koçberan dest bi tomarkirina xelkê aware ku ji Şerqat reviyane kampên li Tikrîtê dike, Cîgirê Wezîr Casim Etiya ji Diyaruna re got.

Gelek xelk gelekî zehmetiyê dibînin berî ku bigihin kampên awarebûnê, wî got, û hin ji wan neçar dibin bo bêtirî şeş saetan bipê di bin tîşkên germ ên rojê de bimeşin.

Wezaretê alavên veguhestinê ji bo veguhestina xelkê ji deverên nêzîkî bereyên şer bo kampên nêzîkî Beycî pêşkêş kirine, ku li wir xwarin û av ji wan re tên pêşkêşkirin, wî got jî.

Navbera 18ê Hezîranê û dawiya Tîrmehê, 12,000 malbat ji Şerqat û deverên nêzîkî wê aware bûn, fermandarê operasyonên Selahedîn Lîwa Cuma Ennad di daxuyaniyekê de got.

Belgeyên wan di databaseke ewlekarî de hatin pişkinîn, wî got, anî ziman jî ku li gorî agahiyên ku çavkaniyên navxweyî dane, 230 endamên DAIŞê ku hewl dabûn bi dizî derbasî kampên awarebûnê bibin hatine girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500