Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq amadekariyan ji bo awarebûna bikom ya ji Mûsilê dike

Xalid el-Taî

Jineke Iraqî alîkariyê li navendeke kesên ku di nav welat de aware bûne li Telul el-Bac li Beycî werdigre. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

Jineke Iraqî alîkariyê li navendeke kesên ku di nav welat de aware bûne li Telul el-Bac li Beycî werdigre. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

Hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve pêş dikevin, hikûmet jî pilaneke awarte ji bo hewandina pêlên awarebûna bikom a ji bajêr berî vegerandina wî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) datîne.

Ev tevgera parastinê li gorî "rastiyên berdest ên şerê li dijî terorîzmê ye", berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin, anîn ziman jî ku "qonaxa yekalîker" di şerê derxistina DAIŞ bi temamî ji deverên bin kontrola wê de li bakurê Iraqê nêzîk dibe.

"Operasyonên serbazî berdewam in ji bo rizgarkirina bajarê el-Şerqat li parêzgeha Selahedîn," Settar Newroz, rêveberê giştî yê rêveberiya karûbarên koçberiyê di Wezareta Koç û Koçberan de got.

"Pêşketina bilez ji aliyê hêzên Iraqî ve li başûrê Mûsilê li ser me ferz dike ku kar ji bo standina hemû tedbîrên yedek bikin û xwe ji pêlên awarebûna bikom re baş amade bikin," wî ji Diyaruna re got.

"Amadekariyên xurt jibo jinûavakirina kampên mezin ên hewandina awareyan hene û dê ewle bin û li gorî karînê dûrî cihên operasyonên serbazî bin," wî got, anî ziman jî ku dibe kam li deşta Nînewa bên avakirin.

Di 20'ê Tîrmehê de, Komîteya Niştîmanî ya Bilind ji bo Hawarçûna Awareyan sê milyar dînar ($200,000) ji bo avakirina van kampan terxan kir.

Lê pereyên bêtir ji bo peydakirina xizmetên weke av, elektirîk, tendirustî û perwerdehiyê di kampê de pêwîst in, Newroz got.

Heta bi dawiyê, wezaret dê "têkiliyên xwe ligel hemû rêxistin û saziyên mirovî zêde bike jibo alîkariyê di rakirina her astengiyekê de û rûbirûbûna zehmetiyan bikin", wî got.

Hevdem, "wezaretê hemû hewlên xwe jibo peydakirina pêdivî û hewcedariyên malbatên aware di nav de alîkariyên nepereyî û pêdiviyên xwarinê weke betanî, ferş û pêdiviyên çêkirina xwarinê dane", wî got.

Awarebûna ji el-Şerqat

"Wezaretê navendeke penagehê li devera Telul el-Baj, li bakurê parêzgeha Selahedîn, damezrandiye jibo wergirtin û bicihkirina malbatên ji el-Şerqat awarebûyî û aniha nêzîkî 6,000 malbat li wê derê ne," Newroz got.

"Em hevkariyê ligel rêveberiya parêzgeha Selahedîn û rêxistinên mirovî dikin ji bo xizmetkirina wan malbatên ku di dema rêwîtiya xwe ya awarebûnê de rastî gelek zehmetiyan hatine," wî got.

"Ew hatin neçarkirin ku bi piyan û bi meşa bo demên dirêj di hewayeke germ de birevin," wî got. "Em aniha kar li ser kêmkirina êşên wan dikin."

Karwanên bilez ên alîkariyên mirovî û yên xwarinê gihiştin bo malbatên ku ji el-Şerqat reviyane, herwiha bo wan kesên ku ji deverên başûrê Mûsilê jî reviyane, Feza el-Şemerî, rêvebirê şaxê koçberiyê li Selahedîn, got.

"Herî kêm 300 sebetên xwarin û ava vexwarinê ligel pank, sarker û pêdiviyên lihawarçûnê rojane li ser malbatên li navenda penageha Telul el-Bac dimînin tên belavkirin," wî got.

"Me herwiha metbexeke mezin li devera el-Hecac vekiriye ji bo peydakirina xwarinên sar û germ ji malbatan re bi awayekî rojane herwiha pêşkêşkirina avê , û ev yek bi hevkariyê ligel rêxistinên mirovî weke Heyva Sor pêk tê," wî got.

Herwiha, wî got, 1,420 çadir gihiştine û 2,800 ji 10,000 çadirên ku Wezareta Koçberiyê ji bo hewandina awarebûna bikom ji el-Şerqat pêşkêş kirine di rê de ne bigihne Selahedîn.

"Rojane em awarebûna bi sedên malbatan ji bajêr, ku hejmara nişteciyên wî digihe nêzîkî 200,000, tomar dikin," el-Şemerî got.

Îdareya xwecihî ya el-Şerqat komîteyeke lawekî ji bo hevkariyê ligel hemû dezgehên ewlekarî, hikûmî û mirovî bike pêk aniye, daku penageh û pêdiviyên girîng ji hemû malbatên ji bajêr direvin peyda bike, wî got jî.

Malbat ji deverên başûrê Mûsilê direvin

"Herî kêm 24,000 kesên aware hene ku ji malên xwe li gundên başûrê Mûsilê bi pêşketina hêzên serbazî li derdora bajarokê Geyara, ji bo vegerandina wî ji destê terorîstan, derketine." endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdil Rehman el-Weka ji Diyaruna re got.

"Hejmarên mezin ji awareyan li kampa (Dîbega) li bajarokê Mexmûr hatine bicihkirin û ew bi hewceyî alîkariya mirovî ji hikûmetê û rêxistinên hikûmî ne ji bo pêşxistina rewşên wan ên jiyanê," wî got.

Ji bo dûrketin ji krîzên mirovî divê hemû ajansên hikûmî karînên xwe di dema bê de bikar bînin, bi taybet ligel şerên derdora el-Qeyara û Hemam el-Elî, wî got jî.

"Em herî kêm pêşbîniya awarebûna 800,000 kesan ji Mûsilê û gundewarên wê dikin," wî got. "Ev hejmara pêşbînîkirî ya awareyan li ser me ferz dike ku em hemû tedbîrên lihawarçûnê yên pêşwext bistînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Destxweş! Ji bo belavkirinê

BERSIV BIDE