Balafirên hevpeymaniyê sê tankerên petrolê yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) wêran kirin dema ku hewl didan petrola xav ji zeviyeke petrolê li rojavayê Mûsilê hilbigrin, Wezareta Hundir a Iraqê roja Çarşemê (17'ê Tebaxê) got.
Hîn nehatiye zanîn ku berê wan tankeran li ku derê bû, berdevkê wezaretê Emîd Sead Mean ji Diyaruna re got.
"Hersê tanker hatin wêrankirin û şeş endamên DAIŞ di êrîşa asmanî de hatin kuştin," wî got.