Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniyê hişyarî da şofêrên tankerên petrolê yên DAIŞ pêşiya bombekirina wan

Balafirên hevpeymaniyê şofêrên tankerên petrolê ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve tên bikaranîn li Sûriyê ku ew dê bên bombebarankirin, vê yekê hişt çend wesayît birevin, berpirsan roja Çarşemê (10ê Tebaxê) ji AFP re gotin.

Balafirên serbazî 83 tankerên petrolê roja Yekşemê nêzîkê Elbû Kemal, li ser sînorê Sûriye bi Iraqê re, wêran kirin weke beşekê ji mîsyoneke berdewam ji bo jinavbirina qaçaxkirina petrolê ya ku alîkariya fînansekirina DAIŞ dike.

Di destpêka êrîşê de, pîlotan "çend guleyên hişyariyê berdan daku şofêrên tankeran ji deverê derkevin", mîsyona serbazî ya Amerîkî ya dijî-DAIŞ, Operasyona Çareya Bingehîn, di daxuyaniyekê de got.

"Çend tankerên petrolê piştî guleyên hişiyariyê ji deverê reviyan, û me ew neşopandin," berpirsan gotin jî.

Tankerên petrolê yên mayî "di dema êrîşê de di cihê xwe de sekinî bûn. Li gorî nirxandina me, di dema êrîşê de ti şofêr ligel wesayîtên xwe nemabûn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500