Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Iraq beriya zivistanê sûtemeniyê ji malan re peyda dike

Xalid Taî

Tîmên teknîkî xetên berhemanîna petrolê li refînera Sînîya çê dikin di wêneyekê de ku 23ê Cotmehê hat belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebooka Refînerê Kompaniya Bakurê hatiye wergiritn]

Tîmên teknîkî xetên berhemanîna petrolê li refînera Sînîya çê dikin di wêneyekê de ku 23ê Cotmehê hat belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebooka Refînerê Kompaniya Bakurê hatiye wergiritn]

Hikûmeta Iraqî berhemên petrolê ji hemû deverên ku ji aliyê "Dewleta Isalmî" (DAIŞ) ve hatine rizgarkirin peyda kiriye, berpirsekî Iraqî roja Înê (3ê Mijdarê) ji Diyaruna re got.

Ev gav weke beşek ji hewilên bo peydakirina pêwîstiyên sûtemeniyê ji bo aware û kesên ku vegeriyane cihên niştebûna xwe tê, beriya ku pileyên germiyên nizim bên.

Wezareta Petrolê "hemû hewlan dide ji bo ku di cih de dest bi nûjenkirina cihên petrolê bike her dema ku bajar ji rêxistina terorî were rizgarkirin", berdevkê wezaretê Asim Cîhad got.

Bingehên petrolê dîsan kar dikin, wî got, ya herî dawî refînera Geyara li başûrê Mûsilê, piştî ku yekîneyên wê yên berhemdanê yên xirabûyî hatin nûjenkirin.

Gelek embar pêkhatiyên neftê kom dikin û boriyên petrolê jî hatine nûjenkirin, wî got.

Ev hewilên nûjenkirinê bi lezeke zû hatin pêkanîn ji bo peydakirina pêkhatiyên neftê li ser niştecihên xwecihî û vegerandina kehrebê beriya ku zivistan bê, wî got.

Plankirina zû heqê wê derdikeve

Embarên neftê li parêzgeha Nînewa bi hejmareke mezin a pêkhatiyan hatiye peydakirin, di nav de 2,950 metrên dûca ji petrolê, 5,200 metrên dûca ji petrola spî (kîrosîn) û 7,940 metrên dûca ji petrola dîzil.

"Rêkeftinek ligel refînereke weberhênerekî ku divê rojane 40,000 bermîlên nefta safîkirî ji Nînewa re û deverên din ên rizgarbûyî re peyda bike," Cîhad got.

"Me peydakirina petrolê temam kir û me xezîneyeke têr a stratejîk ji bo peydakirina pêdviyan jî heye," wî anî ziman jî.

"Rewş hinekî aram e. Me tu pirsgirêk anjî kêmasî nîne," wî got, bal jî kişand ku "ev di encama planên û kiryarên zû tê".

Di dawiya Îlonê de, Wezareta Petrolê di aktîvkirina refînera Hedîsa li rojavayê parêzgeha Enbarê biserket daku kêmahiyan petrolê qerebû bike ji sekinandina berdewam a berhemdana refînera Bêcî.

Tîmên teknînkî niha refînera Bêcî nûjen dikin li bakurê parêzgeha Selahdînê, ku 15 tonên pêkhatiyên neftê li salê biberhem tanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500