Nûçeyên Iraqê

Fransa dê çekan ji artêşa Iraqê re pêşkêş bike

Fransa dê çek ji Iraqê re pêşkêş bike daku piştgirya şerê wê li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bike, Serokê Fransî Francois Hollande roja Înê (22'yê Tîrmehê) got, lê bicihkirina yekîneyan li welat de dûr xist, AFP ragihand.

"Vê sibehê di encumena berevaniyê de, min weke beşdarekî hevpeymaniya şerê dijî-DAIŞ biryar da ku çek ji hêzên Iraqî re tabîn bikim," Hollande got. "Dê meha bê li wir bin."

Alîkarekî serok got ku di nav çekan de dê betariyên topan hebin û Fransa dê şêwermendên sebazî jî bişîne daku hêzên Iraqî li ser bikaranîna wan rahênan bikin.

Hollande got Fransa dê hilgira balafiran Charles de Gaulle ji bo herêmê "di dawiya Îlonê" bişîne.

Hilgira balafiran "dê bihêle êrîşên li dijî girûpên teroristiyane li Sûriye û Iraqê tundtir bibin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500