Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa destekê dide xebatên herêmî û navdewletî yên di çarçoveya şerê li dijî terorîzmê de

Xalid Taî

Firokeyeke şer a Fransî ya ji celebê Rafale ji hilgira balefiran a Fransî, Charles de Gaulle, tê firandin li kenarê rojhilatî yê Qubrisê li Deryaya Sipî roja 10ê Sibatê. Hilgira balefiran a Fransî di operasyonên li dijî DAIŞê yên di çarçoveya Operasyonên Şemal de, ku beşdarîya Fransî di hevpeymanîya li dijî DAIŞê de ye, li rojhilatê Deryaya Sipî cih digire. [Mario Goldman/AFP]

Firokeyeke şer a Fransî ya ji celebê Rafale ji hilgira balefiran a Fransî, Charles de Gaulle, tê firandin li kenarê rojhilatî yê Qubrisê li Deryaya Sipî roja 10ê Sibatê. Hilgira balefiran a Fransî di operasyonên li dijî DAIŞê yên di çarçoveya Operasyonên Şemal de, ku beşdarîya Fransî di hevpeymanîya li dijî DAIŞê de ye, li rojhilatê Deryaya Sipî cih digire. [Mario Goldman/AFP]

Fransa destekê dide xebatên misogerkirina ewlehîyê li Rojhilata Navîn bi rêya dabînkirina rahînana li dijî terorîzmê û piştgirîkirina manorên li Deryaya Sipî û Deryaya Sor.

Bo misyoneke sê mehî ji Deryaya Sipî heta bi Oqyanosa Atlentîk, koma hilgirên belafirên şer ên Fransayê gihişt herêmê di dawîya meha Kanûna Duyem de bo bicihanîna misoyoneke sê mehî. Geştîyeke Amerîkî û geştîyeke Yonanî jî beşdar in.

Koma hilgirên belafirên şer Charles de Gaulle ji 20 balefirên şer ên ji celebê Dassault Rafale û du firokeyên şer ên ji celebê Hawkeye, gemîyên ji celebên Chevalier Paul, Auvergne, Bretagne û Surcouf, nefthilgireke ji celebê Var, û gemîyeke jêravê ya navikî pêk tê.

Di çarçoveya manoran de, roja 19ê Sibatê, hêzên deryayî û asmanî yên Fransî û Misrî di rahînanên serbazî yên hevbeş de cih girtin bo pêşxistina karînên xwe yên serbazî li hember xeterîyên hevbeş.

Leşkerin Fransî misyoneke rahînanê pêk tînin di çarçoveya xebatên nehiştina DAIŞê li navçeyên Feratê li rojhilatê Sûrîyayê de, di 1ê Nîsana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Hêzên Çekdar a Fransî hatiye wergirtin]

Leşkerin Fransî misyoneke rahînanê pêk tînin di çarçoveya xebatên nehiştina DAIŞê li navçeyên Feratê li rojhilatê Sûrîyayê de, di 1ê Nîsana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Hêzên Çekdar a Fransî hatiye wergirtin]

Rahînan ji misyonên lêgerînê û rizgarkirinê, ranîhana li ser êrîşbirina li ser armancên deryayî yên jîyandar li Deryaya Sipî, rahînaneke li ser dagirtina sûtemenîyê li asmanan, û paqijkirin û rakirina mînên deryayî pêk hatin, li gorî hêzên çekdar ên Misrî.

Ev rahînan xwedan girîngîyeke stratîjî ne di bihêzkirina ewlehîya hemû dewletên Kendavê û Deryaya Sipî de, nivîskar û lêkolînerê Behrênî Ebdulah Cuneyd dîyar kir.

Fransa roleke girîng li herêmê digerîne bi rêya piştgirîya wê ji xebatên li dijî terorîzmê û nehiştina xeterîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Qaîdayê li Dorava Sînaya Misrê re, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Xebatên li ser astên ewlehî û serbazî hevdem in ligel xebatên pêşxistina aborî welatên lawaz û kêmezmûn weke çareyekê bo hundirandin û hilkirina terorîzmê bi rêya nehiştina xetên îmdadê," wî got.

Wî teqez kir ku Fransa helwesteke bihêz nîşan dide di rêgirtin li ber belavbûna komên terorîst û avakirina hêlînan de, ku ew gefeke mezin in ji herêmê û cîhanê re, bi taybetî ku komên mîna DAIŞ û Qaîda cihê pêyê xwe li ser asta siyasî û aborî li welatên neseqamgîr ava kirine.

Cuneyd bang bo wêrankirina hêlînên terorîstan û parastina avên herêmî ji rêyên koçberîya neyasayî ku terorîst wan bi kar tînin bo berfirehkirina çalakîyên twankarî li seranserê cîhanê, bi taybetî li Ewropayê, kir.

Nehiştina xeterîyên terorî

Fransayê roleke çalak ji Tebaxa 2014an ve gerandîye di çarçoveya hevpeymanîya navdewletî de li dijî DAIŞê li Îraq û Sûrîyayêbi rêya Opérasyona Şemal.

"Piştgirîya Fransî destekeke bihêz da me bo em terorîzmê ji nav bibin û bajarên xwe rizgar bikin," peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî emîd Yehya Resûl ragihand.

"Fransa herwiha ezmûna xwe bi kar tîne bo alîkarîyê di bilindkirina asta artêşa me û pêşxistina karînên me yên serbazî bike, bi rêya dabînkrina rahînanên li ser zîrekîyên şêrê kolanan û şerê li deverên vekirî," wî ji Diyaruna ragihand.

"Me rahînanên hevbeş pêk anîn, me topxane bi kar anî û me bi berdewamî li ser asta pevguhertina agahîyên hewalgirî bi hev re kar kir," wî got.

Resûl teqez kir ku Fransa hewl dide ku karînên serbazî yên welatên din bihêz bike bo ew karibin miletên xwe biparêzin.

Wî daxuyand ku komên terorîst, ên mîna DAIŞ û Qaîda, ne bi tenê bandorê li hinek welatên dîyarkirî dikin lê belê li tevahîya cîhanê dikin, lewra jî Fransa û hevalbendên din bo nehiştina xeterîya wan dixebitin.

Fermandarê koma hilgirên balefirên şer ên Fransayê Rear Adm. Marc Aussedat ragihand ku balefirên şer ên Rafale ên Charles de Gaulle bi awayekî serekî bo komkirina agahîyan li dor cih û veşartgehên çekdarên DAIŞê û herwiha şêwazên çalakîyên rêxistinê tê bikaranîn.

Agahîyên hewalgirî bo fermandarên hevpeymanîya navdewletî yên ku operasyonên li ser zemînê yên li dijî armancên DAIŞê kordîne dikin tên şandin, wî fermandarî roja 21ê Sibatê ji bingeha Charles de Gaulle ragihand.

Rahînanên hevbeş bi Fransayê re pir bingehîn in di avakirina sîstemên serbazî yên herêmî yên kare de, yên ku bikaribin ku rûbirûyê xeterîya terorîzmê bibin, şirovekar Muhemed Rubeyî got.

"Fransa bi artêşa xwe ya bihêz û karînên xwe yên serbazî yên pêşeketî navdar e, ew dudil nabe ku terorîstan û şanên wan ên mayî û çavkanîyên wan ên fînanskirinê wêran bike," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Fransa bi awayekî sext kar dike bo dabînkirina ezmûndarîyê û avakirina zîrekatîyê ji hevalbendên xwe û artêşên wan re, bo alîkarîya wan di şerê li dijî terorîzmê de bike," wî got.

"Manor û xebatên rahînanê yên Fransî herwiha nameyekê dighînin terorîstan ku dibêje: Hûn dê di vegerandina hêza xwe de û di pêkanîna heman astên berê ji çalakîyan de bi ser nekevin û hûn dê nikaribin ku tawanên xwe pêk bînin û cîhanê bi terora xwe bilerzînin," Rubeyî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500