Nûçeyên Iraqê

Fransa piştgiriya serbazî ji bo şerê li dijî DAIŞ zêde dike

Fransa dê şêwirmendên serbazî yên din bişîne Iraqê û barkêşa balafiran dê li dawiya vê salê vegere Rojhilata Navîn weke beşekê ji şerê berdewam li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), AFP roja Çarşemê (13'yê Tîrmehê) ragihand.

"Em dê hewlên artêşê ji bo piştgiriya Iraqiyan di dema hewlên wan ji bo girtina Mûsilê de zêdetir bikin," Serokê Fransî Francois Hollande got.

Barkêşa balafiran Charles de Gaulle dê "li Payîzê" vegere herêmê ji bo di operasyonên bombebarankirina armancên DAIŞê de bê bikaranîn, wî got jî.

Hollande barkêş şand herêmê piştî êrîşên DAIŞê li Parîsê 13'yê Mijdara 2015'an ku di encama wan de 130 kes hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500