Nûçeyên Iraqê

3 gundên nû li başûrê Mûsilê ji DAIŞê hatin rizgarkirin

Hêzên Iraqî sê gundên nêzîkî el-Qeyara, li başûrê Mûsilê rizgar kirin, piştî şerê ligel "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku têde zererên mezin gihane grûpê, Fermandarê Operasyonên Neynewa Necimeddîn Kerîm el-Cibûrî roja Pêncşemê (30ê Hezîranê) got.

"Lîwaya 91ê ya artêşê, ku li Mexmûrê bicih bûye, êrîşî asêgehên DAIŞê li gundên el-Kerma, Dêr Baz û Bewawî kir, ku tenê du kîlometran dûrî el-Qeyara ne," el-Cibûrî ji El-Şurfa re got.

"Hersê gund bi temamî hatin vegerandin, û gelek terorîstên DAIŞê hatin girtin, vê yekê hişt ku yên mayî ji deverê birevin," wî got.

Êrîşkarekî xwekuj ku êlekekî bombekirî lixwe kiribû hat kuştin berî ku bikaribe li deriyê yek ji gundan xwe biteqîne, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500