Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê kampeke rahênanê ya DAIŞ li başûrê Mûsilê wêran dikin

Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî sê êrîşên asmanî li dijî kampeke rahênanê û du avêjerên rokêtan ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pêk anîn li nêzîkî el-Qeyara, 90 kîlometran li başûrê Mûsilê, Wezareta Hundir a Iraqê roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) got.

"Bi hevahengiyê ligel hêzên Iraqî, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî dest bi êrîşên asmanî yên serkeftî kirin û sê cihên DAIŞ nêzîkî bingeha el-Qeyara û gundê el-Hac, di nav wan de kampeke biçûk ji bo rahênan û hewandina çekdaran ligel du avêjerên rokêtan ku ji aliyê DAIŞ ve ji bo topbarankirina hêzên Iraqî û gundên li derveyî kontrola xwe li nêzîkî el-Qeyara û Mexmûrê dihatin bikaranîn," berdevkê wezaretê Emîd Saed Maen got.

"Herî kêm 30 terorist hatin kuştin û avêjerên rokêtan ligel depoyeke çek û cebilxaneyê di êrîşên asmanî de hatin wêrankirin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500