Nûçeyên Iraqê

Balafirên hevpeymaniyê tunelên nehênî yên DAIŞ li Mûsilê wêran dikin

Balefirên hevpeymaniya navdewletî roja Sêşemê (21ê Hezîranê) tunelên nehênî yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Qeyara ya ku li başûrê Mûsilê ye bombebaran kirin, û di encamê de çendîn çekdarên DAIŞê mirin, fermaderê operasyonên Mûsilê Ferîq Necimedîn Kerîm el-Cibûrî got.

"Balafirên hevpeymaniyê roja Sêşemê sê êrîşên asmanî li ser tunelên DAIŞ yên nehênî li deverên Dewayzat û el-Xebata li el-Qeyara pêk anîn," el-Cibûrî ji el-Şurfa re got.

Bombebarankirinê ew bi temamî jinav birin û di encamê de herî kêm heşt mirin, wî got, anî ziman jî ku hin alav û çek di êrîşa asmanî de hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500