Hêzên Iraqî yên hevbeş neh gundên li başûrê rojhilatê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin ligel piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî, fermadariya operasyonên Neynewayê roja Înê (24ê Hezîranê) got.
"Bo çendîn rojan, hêzên Iraqî tevlî şerekî ligel çekdarên DAIŞê bûne, û encamên gelekî baş bidest xistine û zererên mezin gihandine grûpê," fermandarê operasyonên Mûsilê Necimedîn Kerîm el-Cibûrî di daxuyaniyekê de got.
"Hêzên me karîn zêdetirî 127 kîlometrên duca û neh gundan li başûrê rojhilatê Mûsilê rizgar bikin," el-Cibûrî got.
"Operasyon li gora planekê berdewam in ji bo kêmkirina hejmarên dijmin û rizgarkirina deverên ku dagîr kirine," wî got, û bal kişand ser wê yekê ku balafirên hevpeymaniya navdewletî alîkariya krîtîk daye hêzên di şer de.