Balafirên şer ên hevpeymaniyê roja Pêncşemê (14'ê Tîrmehê) li gelek armancên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li el-Geyara, li başûrê Mûsilê dan, Fermandariya Operasiyonên Neynewa got.
“Neh endamên DAIŞ sibeha Pêncşemê di êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî de li gundê el-Kenûs li mîhwerê el-Geyara hatin kuştin,” Fermandarê Operasiyonên Neynewa Nejmedîn Kerîm el-Cibûrî ji El-Şurfa re got.
Hêzên Iraqî, bi piştgiriya hevpeymaniyê, pêşketin li gund bidest xistin weke beşekê ji operasiyonên rizgarkirina Neynewa ji DAIŞ, wî got.
"Êrîşên din veşargeheke çek û çebilxaneyê, kamyoneke ku tifingeke reşaş li el-Geyara, avêjereke rokêtan li gundê Achala û tankeke T-72 li el-Geyara wêran kirin,” wî got.