Nûçeyên Iraqê

Operasyoneke serbazî ji bo rizgarkirina Mekhûl destpê dike

Wezareta Berevaniya Iraqê roja Înê (24ê Hezîranê) ragihand ku destpêkirina operasyoneke serbazî ya berfireh ji bo rizgarkirina bajarokê Mekhûl, li bakurê Tikrîtê, ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Yekîneyên ji artêş, polîsên federal û ajansa dijeterorê ya Iraqê di operasyonê de beşdar in, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî û balafirên Iraqî, berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl got.

"Ew bajarok, ku dikeve 40 kîlometran dûr ji bakurê Tikrîtê ve, wê di demeke nêzîk de vegere ji xelkê xwe re," Resûl ji El-Şurfa re got.

Hêzên Iraqî "di çend saetên destpêka operasyonê de biserketin di alîkariya bi dehên sivîlên ku ji deverên derdora bajarok derdikevin", wî got.

Hevdem, balafirên Iraqî û yên hevpeymaniyê asêgehên DAIŞê bombebaran kirin û gelek çekdarên grûpê kuştin, û zererên mezin gihandin rêzên wê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500