"Hêzên Iraqî roja Pêncşemê (2ê Hizêranê) de rê li ber êrîşeke "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) girt li dijî çeperên artêşa Iraqê li çiyayê Hemrînê li rojhilatê Tikrîtê ku 21 kuştî li pey xwe hiştin" Wezareta berevaniyê ya Iraqê got.
"Bi dehan teroristên DAIŞ êrîşî bargeh û bingehên serbazî kirin li çiyayê Hemrîn di berbanga Pêncşemê de, lê bi piştgiriya balafirên hevpeymanan û helîkopterên Iraqî bi paşde vekişiyan," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Mewtinî re got.
Bîst û yek çekdarên DAIŞ hatin kuştin di encama şerekî dijwar de, herwiha çek,wesayît û otombîlên wan hatin rûxandin û çekdarên mayî ber bi hawîrdor ve reviyan.
Herwiha sê leşkrên Iraqî di encama şer de hatin kuştin.