Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rê li ber êrîşeke DAIŞ li ser Icêl digrin

Hêzên Iraqî rê li ber êrîşeke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku armanca zeviyeke petrolê li rojhilatê Tikrîtê kir girtin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Înê (16ê Îlonê) got.

"Hêzên artêşê rê li ber êrîşeke berfireh ya DAIŞ li ser zeviya petrolê ya Icêl girt," berdevkê wezaretê lîwa Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Pevçûn du saeta dewam kirin berî ku balafirên Iraqî destêwerdanê bikin, û piraniya çekdarên DAIŞ hatin kuştin û yên din jî vekişiyan, wî got.

"Dora 30 çekdarên DAIŞ di êrîşa binketî de hatin kuştin û dest bi ser çek û wesayitên wan de hatin girtin," wî anî ziman jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500