Nûçeyên Iraqê

Bermîlbarankirina li Heleba Sûriyê agirbesta nû dixe metirsiyê

Bermîlbarankirin û êrîşên asmanî li Heleba Sûriyê dan roja Pêncşemê (16ê Hezîranê) piştî çend saetan ji dema ku ragihandina agirbesteke demkî ji aliyê Rûsiyê ve dawiya Çarşemê kete warê bicihkirinê li bajarê bakurê welêt, AFP ragihand.

Helîkopterên rejîmê alavên bombekirî yên tund avêtin deverên bin destê opozîsyonê di bajêr de piştî ku xelkê berê xwe dabû bazaran bo yekem car ji çend heftiyan ve.

Êvarî, êrîşên asmanî li beşa rojhilatê bajêr ku di bin destê opozîsyonê de ye dan, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got, anî ziman jî ku opozîsyonê tola xwe bi rêya avêtina rokêtan li ser beşa rojava ku di bin destê rejîmê de ye veda.

Herî kêm çar sivîl di êrîşa dawiyê de hatin kuştin, sê ji wan li beşa rojhilat ji Helebê û yek li rojava, Çavdêrgehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500