Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pira kevn a Felûce vedigerînin

Polîsên Iraqî gotin ku roja Sêşemê (21ê Hezîranê) pira kevn a Felûce û el-Cumhûriya ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatin rizgarkirin.

Hêzên Iraqî bi dehên çekdarên DAIŞ kuştin û sê otombîlên bombekirî di dema kontrolkirinê de wêran kirin, polîsên federal gotin, herwiha dest danîn ser qaseke mezin ji çek û cebilxaneyan.

Hêzên Iraqî devera el-Cumhûriya û Kolana el-Beytera û herwiha pira hesin a kevn li beşa rojava ji bajêr paqij kirin piştî şerekî giran, Lîwa Raed Şakir Cewdet ji Mewtinî re got.

Hêzên Iraqî li ser pêşketina xwe ber bi beşên din li bakurê Felûce ve berdewam in, di nav de taxên el-Colan, 7ê Nîsanê û el-Bazara ji bo jinavbirina cihên mayî yên çekdarên DAIŞ, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500