Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî gundê el-Nasir li başûrê Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Iraqî roja Sêşemê (14ê Hezîranê) gundê herî mezin li başûrê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kir, fermandariya operasyonên Neynewa got.

"Yekîneyên ji Firqeya 15ê êvara Sêşemê gundê el-Nasir rizgar kirin û ala Iraqî li ser avahiyên wê bilind kirin," fermandarê operasyonên Neynewa Necimedîn Kerîm el-Cibûrî ji Mewtinî re got.

"Hêzên Iraqî niha ber bi el-Salihiya derdorê ve pêşve diçin da ku wê jî kontrol bikin," wî got, anî ziman jî ku armanca van operasyonan paqijkirina deverên derdora Mûsilê ji DAIŞê ye berî destpêkirina operasyonên rizgarkirina bajêr bi xwe ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500