Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî du gundên li başûrê Mûsilê ji DAIŞ rizgar dikin

Hêzên hevbeş ên Iraqî êvara roja Sêşemê (5'ê Tîrmehê) du gundên li başûrê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin û ziyanên mezin gihandin girûpê, şaneya medyayî ya Wezareta Berevaniya Iraqê roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) got.

"Fermandariya Operasiyonên Neynewa û hemû yekîneyên wê yên serbazî û piştgiriyê, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, gundên Elbû Wawî û el-Derbas ligel deverên derdorê weke beşekê ji gundê el-Hac, ku 90 kîlometran li başûrê Mûsilê ye bi temamî rizgar kirin," şaneya medyayî di daxuyaniyekê de got.

"DAIŞ rastî ziyanên canî û madî yên giran hat di wê operasiyonê de, ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî û yekîneyên piştgiriyê li ser erdê ve dihat piştgirîkirin," daxuyaniyê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500