Hukmeta xwecihî ya Nînewayê kampên nû çêdike ji bo wergirtina awareyên ji Mûsilê dê birevin ligel pêşbêniyên zêdebûna pêla awarebûnê, berdevkê encumena parêzgehê Mihemed el-Hemdanî roja Sêşemê (7ê Hezîranê) got.
"Ligel hevahengiyê ligel Wezareta Koç û Awarebûnê û Wezareta Berevaniyê, bi serperiştyariya Netweyên Yekbûyî (NY) û Komîta Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC), Nînewa dest bi çêkirina sê kampên mezin nêzîkê Mûsilê kir," wî got.
Kemp dê gelek xelkê li xwe bigre û hemî pêdiviyên wan peyda bike, wî ji Mewtinî re got.
Ev beşeke ji amadekiriyên hukmetê ji bo vergerandina Mûsilê ji bin destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), wî got.