Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq amadekariyan ji bo reva "herî kêm 300,000" kesî ji Mûsilê direvin dike

Xalid Ta'î

Karker li gundê Hesen Şam, ku nêzîkî 45 kîlometran li rojhilatê bajarê Mûsilê ye, roja 6ê Cotmeha 2016an, penagehan ava dikin ji bo bicihkirina sivîlên ku tê çaverêkirin ku ew ji tundutûjiyê birevin piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajar. [Sefîn Hamed/AFP]

Karker li gundê Hesen Şam, ku nêzîkî 45 kîlometran li rojhilatê bajarê Mûsilê ye, roja 6ê Cotmeha 2016an, penagehan ava dikin ji bo bicihkirina sivîlên ku tê çaverêkirin ku ew ji tundutûjiyê birevin piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajar. [Sefîn Hamed/AFP]

Piştî gelek hefteyan ji plankirinê, şerê rizgarkirina Mûsil ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Duşemê (17ê Cotmehê) destpê kir. .

Destpêka êrîşa ku ev demeke dirêj e dihat çaverêkirin tirsên mezin derbarê bi sedhezarên sivîlên asêmayî li duyem mezintirîn bajarê Iraqê derxistin holê, tevî ku hikûmeta Iraqê 8ê Cotmehê dest bi planeke mirovî ya awarte kir weke amadekariyê ji bo her awarebûneke bi kom ji Mûsilê.

Hewlên Wezareta Koç û Koçberan niha giraniyê didin "amadekariya pêşwext û tam", wekîlê wezaretê Casim Etiya got.

Weke beşekê ji plana mirovî ya awarte ya hikûmetê, navendeke operasyonên hevbeş ji bo hevahengiya mirovî li Hewlêrê hat vekirin hevdem ligel destpêka operasyonên serbazî, wî ji Diyaruna re got.

Navend dê hevahengiyê ligel hêzên ewlekarî, Komîsyona Niştîmanî ya Bilind bike ji bo hawarçûna awareyan, ajansên xwecihî û rêxistinên mirovî yên navdewletî.

Peydakirina alîkarî û penagehan

Pilan tekezî li ser peydakirina hemû xizmetên mirovî yên bilez ji bo xelkê reviyayî dike, di nav wan de penageh, xwarin û guhlêdana bijîşkî.

Tê çaverêkirin ku herî kêm 300,000 û heta milyonekê ji xelkê Mûsilê ji bajar birevin, Etiya got, anî ziman jî ku armanca pilanê "amadekariya bilez" ji vê pêla awarebûnê re ye.

"Niha nêzîkî 50,000 çadir weke pareke destpêkî li ba me hene," wî got. "Ev çadir dê li hemû deverên ku dibe pêleke awarebûnê li wan çêbibe bên belavkirin."

Kampên awareyan dê derdora Mûsilê werin belavkirin, li Geyara û parêzgeha Selahedîn ji başûr, Hewlêr ji rojhilat, û parêzgeha Duhokê ji bakur û rojava, wî got.

Derbarê piştgiriya hawarçûnê, wezaretê 150,000 sebetên pêdiviyên xwarinê yên sereke û pêdiviyên vehewandinê, di nav de betanî, doşek û alavên navmal amade kirine, Etiya got.

"Amadekariyên me dê di çarçoveya pilanê de berdewam bikin û çiqas ji me were em dê ji hemû senaryoyên pêkane re amade bin," wî got jî.

"Artêşa Iraqê bûye xwedî ezmûneke baş di mameleya erênî bi haletên awarebûna bikom a welatiyan de di heyama şerên wê yên li dijî endamên terorîst de," berdevkê Fermandariya Operasyonên Rizgarkirina Nînewa Emîd Fîras Beşar Sebrî got.

"Di her şerekî de ku heta niha dikin, hêzên serbazî korîdorên ewle ji xelkên reviyayî re vedikin û wan li hin cihên ku berê tên ragihandin werdigrin ku li wir xwarin û xizmetên bijîşkî pêşkêşî wan dikin berî ku bo kampên hewandinê bên veguhestin," wî ji Diyaruna re got.

"Di şerê rizgarkirina Geyara de, me daxwaz ji xelkê kir ku li malên xwe bimînin û pêbendî rênimayên lîderiya serbazî bibin," Sebrî got.

Şer "asan û serkeftî" bû, wî got, da zanîn ku pêla mezin a awarebûnê çênebû.

Çareserkirina krîza pêşbînkirî

"Em pilan dikin ku vê ezmûnê di operasyonên serbazî yên pêşerojê de dubare bikin," wî got, "û ji bo zêdekirina hevahengiyê ligel Wezareta Koçberan û aliyên mirovî ji bo çareserkirina her krîzeke awarebûnê ku dibe çêbibe."

Hikûmeta xwecihî navendeke operasyonê damezirand ku ji nûnerên ji gelek rêveberiyên xwecihî û ajansên hikûmî pêk tê, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgehê Haşim Berîfkanî got.

"Rêveberiya tendirustiya Nînewa dest bi komkirina tîmên tendirustî yên gerok kir ji bo dermankirina nexweş û birîndaran," wî got.

Wê herwiha Nexweşxaneya Giştî ya Şêxan li bakurê Mûsilê ji bo wergirtin û çareseriya haletên tendirustî yên awarte amade kiriye, wî ji Diyaruna re got.

"Herwiha, em ligel Wezareta Koçberan kar dikin ji bo avakirina pênc kampên awarebûnê yên nû nêzîkî Mûsilê ji bo vehewandina hejmareke mezin ji malbatên aware re," wî got.

"Em çaverê dikin ku [şerê Mûsilê] bibe şerekî bikwalît û bilez e, tam weke operasyona vegerandina Geyara û berovajî hemû texmînên derbarê zehmetiya wê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi hêviya Xwedê Mûsil bi destên Iraqiyên rêzdar dê rizgar bibe û kesên gendel û xerab û terorîst dê bi binkevin. Bi hêviya Xwedê serkeftin nêzîk e.

BERSIV BIDE

Dewleta Îslamî dê bi hêviya Xwedê vegere tevî nerazîbûna seyên Amerîka.

BERSIV BIDE