Hêsir ji çavên şêniyekî Mûsilî yê bitemen dibarîn dema ku laşên du endamên malbata xwe nas kirin ku bi rêya bombeyeke bidestçêkirî hatin kuştin dema ku hewl didan ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) birevin.
Herdu hatin kuştin dema ku ji rojavayê Mûsilê ber bi hêzên Iraqî û selametiyê ve direviyan.
Zilamê bitemen betaniyên ku hêzên Iraqî danîbûn ser herdu laşan, yek li pey yê din, rakirin daku wan nas bike.
"Ev Elawî ye, û ev jî Dîna ye," wî got.
Piştre xwe avête erdê, û bi kulman li serê xwe da û got "jiyana min hat jinavbirin", lê zilamekî din pê re bû ku hewl dida li ser wî sivik bike.
Serbazekî Iraqî yê li nêzîk xemgîniya xwe bi rewşa zilamê mezin nîşan da.
"Qurbanî bi bombeyeke bidestçêkirî hatin kuştin, ku ew ji aliyê DAIŞ ve hatibû çandin ji bo rêgirtin li xelkê ku bigihin artêşa Iraqî," wî leşkerî got.
Lê belê, buyerên weke vê yekê nikarîn xelkê Mûsilê ji hewla reva ber bi hêzên Iraqî ve rawestînin ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê ve, bi hezaran ji bajar reviyane bi tenê di çend rojên destpêkê de.
Aware rastî "astengiyên xeternak" tên
"Xelkê aware gelekî zehmetiyê dibînin û rastî astengiyên metirsîdar tên," cîgirê parêzgarê Nînewa Hesen Elaf got, anî ser ziman jî ku hêzên Iraqî kar li ser rizgarkirina erdê û derxistina awareyan di heman demê de dikin.
Elaf bang li Wezareta Koç û Koçberan kir ku hewldanên xwe duqat bike û alîkariyên zêdetir ji xwarin û ava vexwarinê bide awareyan.
Berî ku sivîl bikaribin bo kampên awarebûnê li Ceda, Hemam Elîl, Medrec û Hec Elî, wî ji Diyaruna re got, divê hêzên Iraqî agahiyên wan li gorî databêseke elektironîk pişkinîn bikin.
Tê pêşbînîkirin ku dê nêzîkî 250,000 kes di çend rojên bê de ji rojavayê Mûsilê birevin di demekê de ku hêzên Iraqî pêş dikevin, li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê.
"Metirsiyeke gelek cidî li ser jiyana 750,000 kesên asêmayî li beşê rojava yê ku hejmara şêniyên wî gelek in heye, ji ber ku rewş heroj xirabtir dibe, li gorî raport û şehadetên ji kesên ku karîn birevin," berpirsa ragihandina rêxistinê Hala Cabir di daxuyaniyekê de got.
Parlementerê Iraqî Ebdilrehîm Şemerî hêvî kir ku nêzîk dê aware bikaribin ji kampan derkevin û vegerin malên xwe.
"Hêzên Iraqî gelek otombîl ji bo veguhestina awareyan ji meydanên şer ji bo navendên taybet terxan kirine, li wir jî belgeyên wan tên pişkinînkirin berî ku werin veguhestin bo kampên awarebûnê," wî ji Diyaruna re got.
Li ser kesan dimîne ka ew dê li kampan bimînin anjî biçin rojhilatê Mûsilê, ku dibe li wir mirovên wan hebin û bi wan re bijîn, wî got.
Kamp "rewşeke demkî" ne
Wezareta Koç û Koçberan piştrast bûye ku xwarin, vexwarin û pêwîstiyên din ji wan kesên ku di kampan de ne berdest in, Wezîrê Koç û Koçberan Casim Mihemed got.
Nêzîkatî bi kampan re tê kirin weke tedbîreke demkî, wî meha bibûrî got, ji ber vê yekê giringî nayê dayîn bi avakirina dezgehên xizmetguzariyê, yên weke dibistanan.
"Siyaseta me di avakirina kampan de ew e ku ev rewşeke demkî ye ku divê bidawî were dema ku taxên niştecihbûnê werin rizgarkirin," wî got.
Bi her hal pereyên bes ji bo danîna van bingehan tune ye, wî got, ji ber ku hikûmeta Iraqî tenê milyonek dînarên Iraqî ($850) ji her awareyekî re terxan kirine, di nav de dayînên kaş û xizmetguzariyên din ên li kampên awarebûnê tên pêşkeşkirin.
Tevî van zehmetiyan, çadirên li kampên rojavayê Mûsilê "gelek baş" in û hemû pêdiviyên sereke di wan de hene, Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberan Casim Etiya ji Diyaruna re got.
Rêxistinên navdewletî û yên xwecihî piştgiriyeke girîng di avakirina kampan de pêşkêş kirine, wî got, ligel piştgiriya hikûmî ya federal û ya xwecihî ya ku bi rêya ajansên weke rêveberiya tendirustiya Nînewa tê pêşkêşkirin.
Rêveberiyê karavan li kampê danîne ku li wir nexweş û birîndar dikarin dermankirina sereke werbigrin, wî got.
Plana wezaretê ew e ku aware vegerin deverên xwe yên niştecihbûnê piştî ku hêzên Iraqî wan rizgar bikin û bi temamî ewle bikin, wî got jî, lewra kamp dikaribin werin valakirin daku awareyên ji deverên din werbigrin.