Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Projeyeke NY destekê rê li ber lihevhatinê li parêzgeha Nînewayê li Îraqê xweş dike

Ala Husên li Bexdayê

Bi sedan awareyên Îraqî divegerin warên xwe li parêzgehên Nînewa, Selahedîn û Kerkûkê. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Bi sedan awareyên Îraqî divegerin warên xwe li parêzgehên Nînewa, Selahedîn û Kerkûkê. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Programeke lihevhatinê ya bi sponserîya NY li Îraqê rê da bi sedan malbatên Îraqî yên ku zarokên wan tevlî rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûbûn ku vegerin malên xwe li parêzgeha Nînewayê.

"Belgenameya Rûmetê", a ku di 14ê Cotmehê de hat wajûkirin, hewl dide ku bêhtir ji 1,100 mlabatan ku ew weke alîgirên DAIŞê tên dîtin vegerin malên xwe li navçeya Muhelebiyayê, Misoyna NY a Alîkar bi Îraqê re (UNAMI) di daxuyanîyekê de ragihand.

Wajûkirin di konferansa "Aştîya Xwecihî" de pêk hat, konferansa ku ji hêla Komîteya Aştîya Xwecihî ya Rojavayê Mûsilê hatibû organîzekirin û bi sponserîya UNDP li Îraqê.

Alîyên amadebûyî xelkê Muhelebiyayê, kesayetên hikûmetê, şêx, rûsipîyên civakê û endamên malbatên vegeriyayî bûn.

Rêkeftinek di 14ê Cotmehê de hat wajûkirin bo rê bide bêhtir ji 1,100 malbatên ku zarokên wan di nava rêzên DAIŞê de bûn ku vegerin warên xwe li navçeya Muhelebiyayê li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Rêkeftinek di 14ê Cotmehê de hat wajûkirin bo rê bide bêhtir ji 1,100 malbatên ku zarokên wan di nava rêzên DAIŞê de bûn ku vegerin warên xwe li navçeya Muhelebiyayê li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Ji bo gelek malbatan, ev wajûkirin tê wateya vegera wan bo malên wan piştî sê salan ji derbederîyê, çaxê ku operasyonên rizgarkirinê dest pê kirin, li gorî daxuyanîya UNAMI.

Di heyama salên şerê li dijî DAIŞê de, bêhtir ji şeş milyon Îraqî ji deverên xwe aware bûn.Ku hîna dora 1.4 milyon kes bêwar in, di nav de 330,000 kes li parêzgeha Nînewayê bi tenê.

Hevgirtina civakî

Bo kesên weke alîgirên DAIŞê tên dîtin, zehmetî ji gefê û tundûtûjîyê di dema bêwarîyê de pêk tên.

"Xebatên Komîteyên Aştîya Xwecihî bo vegerandina kesên ji civaka xwe awrebûyî pir girîng in bo misogerkirina pêşerojeke hevgirtî û bihêz ji gelê Îraqê re," Seroka Şanda UNDP-Îraq Zêna Elî Ehmed ragihand.

"Ev konferans û serencamên wê bûyereke dîrokî ji Muhelebiyayê re û nîşaneke girîng a aştîya civakî û aramîyê di pêşerojê de ye," wê daxuyand.

Şaredarê Mûsilê Zuhêr Aracî, ku li konferansê weke nunerekî hikûmeta parêzgeha Nînewayê amade bû, ragihand di nava vegeriyayîyan de malbatên ku ji zarokên xwe yên DAIŞê bêrî bûne hene.

Hat piştrastkirin ku ev malbat "di tu tawanên DAIŞê kirine de cih negirtine", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku helwesta hikûmeta Nînewayê têkildarî endamên DAIŞê zelal e: "tu efû û lêborîn ji wan kesên ku xwîna Îraqîyan rijandin û kesên ku tawanên kuştin, teqandin û revandinê encam dane re tune ye."

Aracî teqez kir ku lihevhatin ligel xizmên endamên DAIŞê yên ku xwe ji rêxistinê bi dûr kirine û xwe ji tawanên wê bêrî dikin û wan re dikin pêk hatiye.

Serokê Polîsê Nînewayê Leys Xelîl Hemdanî got ku projeya lihevhatinê di çarçoveya yasaya Îraqî de û li gorî prensîpa ku divê kesek nerahêje guneh û tawanên kesine din hatin bicihanîn.

"Desthilatdar û ajansên ewlehî yên parêzgehê baş dizanin kî endamên DAIŞê ne, databêzeke wan a giştgîr li dor wan heye û tî ne ku wan bigirin û wan dadgeh bikin ," wî ji Diyaruna re ragihand.

Zehmetîyên di rêya vegerê de

Şêx Faiz Luwêzî, şêxekî êlên parêzgeha Nînewayê, got ku vegera malbatan bo Muhelebiyayê weke encamekê ji xebatên girîng ên rûsipîyan û kesayetên olî li jêr çavdêrîya hikûmetê bo misogerkirina aştîyê û lihevhatinê li navçeyên rojavayî yên Nînewayê.

Helbet vegera awareyan bo navçeyê ne bêyî hebûna zehmetî û tehedîyan, wî ji Diyaruna re ragihand, di nav de zehmetîyên aborî û tehedîya avakirina têkilîyan di civakê de ji nû ve.

Wî got ku divê hikûmet rewşa aborî baş bike û derfetên kar ji malbatên vegerîyayî re dabîn bike, û alîkarîya diravî bide wan bo ew careke din malên xwe yên wêranbûyî ava bikin.

Lihevhatina li Muhelebiyayê beşke ji planeke mezintir a UNDP e ku hewl dide xwe di sala yekem de bigihêjîne 4,000 malbatan li parêzgeha Nînewa, Selahedîn û Enbarê, û malbatên bêhtir di salên 2021 û 2022an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500