Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rewangeh: 14 kes di teqîna otombîlekê de li bakurê Sûrîyayê tên kuştin, piranî sivîl in

AFP

Ev wêne dîmeneke ji jor ve ya bajarokê Babê yê li navçeya li jêr kontrola opozîsyonê li bakurê parêzgeha Helebê roja 16ê Tîrmehê nîşan dide. [Arif Temewî/AFP]

Ev wêne dîmeneke ji jor ve ya bajarokê Babê yê li navçeya li jêr kontrola opozîsyonê li bakurê parêzgeha Helebê roja 16ê Tîrmehê nîşan dide. [Arif Temewî/AFP]

Di teqîna otombîlekê de ku Sêşemê (6ê Cotmehê) rû da 14 sivîl hatin kuştin, piranîya wan sivîl in, li bajarokê Babê yê li jêr kontrola Turkîyayê li bakurê Sûrîyayê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangeha Sûrî got ku di teqîna ku li nêzî rawestgeheke basê li bajarok qewimî de hêrî kêm 40 kes birîndar bûn, ku birînên hinekan ji wan dijwar in.

Turkîya û peyayên xwe yên Sûrî çend navçeyên sînorî li Sûrîyayê kontrol dikin piştî sê operasyonên serbazî yên di xaka Sûrîyayê de ji sala 2016an de.

Heta aniha tu alî berpirsyarîya xwe ji teqînê ranegihandiye, lê zincîrek êrîşan li Babê pêk hatine ji dema ku hêzên Turkîyayê di sala 2017an de dest danî ser û kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dawî kir.

Bajarokê ku 40 kîlometran ji Helebê, duyem mezintirîn bajarê Sûrîyayê, dûr e, yek ji asêgehên rêxistina tundrew ên li rojavayê welat bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500