Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Îran planên terorkirinê li dijî dijberên xwe li derve zêde dike

Behroz Larîcanî

Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî yê kuştî di logoya Pasdaran de xuya dibe. [Wêne ji Qudsonline.ir hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî yê kuştî di logoya Pasdaran de xuya dibe. [Wêne ji Qudsonline.ir hatiye wergirtin]

Çavdêr dibêjin ku reftarên Komara Îslamî ku rikberên Îranî yên li derveyî welat dijîn dikin armanc cihê nîgeranîyê ne.

Di 22yê Gulanê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku rejîma Îranê dora 360 kes li derveyî Îranê kuştine ji Şoreşa Îslamî ya 1979an de û heta niha.

Li gorî Wezareta Derve, ev komployên terorkirinê yên li 40 welatan pêk hatine, "bi awayekî sereke ji alîyê destê derveyî welêt yê Pasdaran (Feyleqê Qudis), yan Wezareta Hewalgirîyê, yan jî bi rêya kominan ku bi wekalet kar dikin mîna Hizbulaha Lubnanî pêk hatine".

Piranîya qurbanîyên rejîma Îranê kesên veqetîyayî bûn an jî endamine opozîsyona Komara Îslamî bûn.

Ev wêneya Smaîl Qaanî fermandarê Feyleqê Qudis ê girêdayî Pasdaran e. Pasdaran çalakîyeke terorî li derveyî Îranê li dijî armancên Rojavayî û rikberên Îranî xurt dike. [Wêne ji Tasnim News]

Ev wêneya Smaîl Qaanî fermandarê Feyleqê Qudis ê girêdayî Pasdaran e. Pasdaran çalakîyeke terorî li derveyî Îranê li dijî armancên Rojavayî û rikberên Îranî xurt dike. [Wêne ji Tasnim News]

Di sala 1992yan de, sê serkirdeyên Kurd ên Îranî yên opozîsyonê û wergêrê wan li xwaringeha Mykonos li Berlînê li Almanyayê hatin kuştin. Êrîşa terorîst xaleke veguhertinê bû di kuştinên plankirî yên li derveyî Komara Îslamî de.

Piştî pênc salan, dadgeheke Berlînê dîyar kir ku kesayetên herî payebilind ên "serkirdeya sîyasî" ya Îranê fermana kuştinên Îlona 1992yan dabûn.

Sê zilamên Lubnanî û yekî Îranî bi van kuştinan hatin tawanbarkirin.

Piştî hikumbirînê, gelek welatên Ewropayî balyozên xwe vekişandin û têkilîyên xwe yên sîyasî bi Îranê re qut kirin.

Herwiha New Zeland, Awstralya û Kanada jî balyozên xwe ji Tehranê vekişandin.

Berdewamkirina komployên terorkirinê

Piştî welatên Ewropayî têkilîyên xwe bi Îranê re qut kirin, rejîma Îranî kuştinên plankirî yên li derveyî welat heya du dehsalan rawestandin. Tevî vê jî, ev operasyon careke din di van çend salên dawî de berdewam bûne, û pê re jî xebatên girtina sûcdarên van tawanên ku Îran fermana wan li ser erdên biyanî dide, yan jî ew kesên mîna sîxur bo wê rejîmê kar dikin.

Li gorî raportine nepêbawir, destê derve yê Pasdaran -- Feyleqê Qudis -- di çend salên dawî de yekîneyeke operasyonên veşartî bi navê "yekîneya 840" şand.

Yekîne, ligel gelek tiştên din, berpirsa plankirin û çavdêrîya çalakîyên terorîst li derveyî Îranê li dijî armancên Rojavayî û opozîsyona Îranî bû.

Di yek ji van bûyeran de, Mihemed Riza Kolahî, ku endamekî Rêxistina Mucahidînên Xelq e, bi guleyên du çekdaran li Almere li Neyzerlandê di 2015an de hat kuştin.

Di sala 2012an de, welatîyekî Amerîkî bi resen Îranî bi navê Mensûr Arbabsyar li dadgeheke New Yorkê bi danîna planekê bo terorkirina balyozê Siûdîyê li Amerîkayê, Adil Cubeyr, bi rezamendî û destûra berpirsine Îranî, hat tawanbarkirin.

Heman dadgehê belgehên têkildarî zincîrek ji teqînan li nava xaka Erebistana Siûdîyê dan pêş.

Dadgehê dîyar kir ku Arbabsyar plan dikir ku 1.5 dolar bide hinek kujeran bo ew van planan pêk bînin. Arbabsyar pişt re bi 25 sal zindan hat dadgehkirin ji ber têkilîyên wî bi Pasdaran re û bi qaçaxçîyên dermanên hişbrin ên Meksîkî re û ji ber cihgirtina wî di çend teqînan û kuştinan de.

Girtina sîxur û fînanskarên Îranî

Ofîsa Dozgerîyê got ku desthilatdarîyên Alman di destpêka 2018an de lêgerîn li mal û cihên karên 10 kesên ku guman heye sîxurine Îranî bin pêk anîn, ku tê payîn wan sîxurî li ser kesan û sazîyan dikir "bo berjewendîya damezraweyeke hewalgirî ya girêdayî rejîma Îranê".

Di 18ê Cotmeha 2019an de, Ehmed-Rîza Muhemedî-Dostdar û Macid Qurbanî, ku her du Amerîkî-Îranî ne, mukur hatin ku Îran agahîyên hewalgirî li dijî welatîyên Amerîkî yên bi resen Îranî, yên ku endamên Rêxistina Mucahidînên Xelq bûn, pêk tanîn.

Herî dawî, roja 19ê Tebaxê, lêpirsîneke FBI du welatîyên Amerîkî û Pakistanîyekî -- ku du ji wan li Qomê li Îranê dijîn -- bi veguhestina diravên Amerîkî ji Amerîkayê bo Îranê di şûna Rêberê Bilind ê Îranê de di salên 2018an û 2019an de sûcdar kirin.

"Ev pir li ser gelek astan girîng e," Michael R. Sherwin, dozgerê bi wekalet ê Navçeya Kolumbya, ragihand.

"Kesên tawanbar xwedan têkilîyên berçav in bi Pasdaran re, ku wê gelek operasyonên terorkirinê li seranserê cîhanê di salên derbasbûyî de encam dane. Şahdemarê van operasyonan jî pere bûn -- û tawanbar roleke bingehîn di hêsankarîkirin û pêkanîna van operasyonan de gerandiye," wî got.

"Divê polîtîkayên Ewropayî tundtir bin"

Hinek çavdêr dibînin ku rejîma Îranê bersiva rexneyên Rojavayî yên derbarê binpêkirina Îranê ji mafên mirov re bi zêdekirina pêkanîna planên terorkirinê û gefdarîyê li dijî welatîyên xwe yên li derve dijîn dide.

Feremerz Îranî, şirovekarekî siyasî ji bajarê Kermanê li Îran, ji Al-Mashareq re ragihand ku Ewropayî "ne xwedan vîn û cidîtîya pêwîst in, weke tê xwestin, bo rûbirûbûna van gefan".

"Li têkilîyên welatên Ewropayê bi me re temaşe bike; ew têkilî jehrîn in," wî daxuyand.

"Li pişt perdê, Ewropayî ji cihgirtina rejîma Îranê di planên kuştin û terorkirinê û şandina hebên hişbir bo Ewropayê nîgeran in," lê ew li ser bingeha van nîgeranîyan reftar nakin, wî got.

Menûşehr Senatî, çalakgerekî Îranî ye li Ewropayê dijî, qala nîgeranîya ji çalakîyên terorî yên Îranî li Ewropayê kir.

"Beşek ji polîtîkayên ne baş ên ku hikûmetên Ewropayê li dijî Îranê pêk anîn sedema wan nîgeranîya wan ji zêdebûna terorkirina Komara Îslamî jidijberan re li welatên wan e," wî ji Al-Mashareq re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500