Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Ji ber çavdêrîkirina dijwar, DAIŞ berê xwe dide apên kêmnaskirî

Xalid Taî

Îraq û civaka navdewletî xebatên xwe bo qedexekirina naveroka ku endamên DAIŞê li ser internêtê belav dikin berfireh kirine. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Îraq û civaka navdewletî xebatên xwe bo qedexekirina naveroka ku endamên DAIŞê li ser internêtê belav dikin berfireh kirine. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Şarezayan got ku çavdêrîya berfireh a li ser torên mîdyaya civakî hişt propagandistên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rêyên nû bigerin ku di rêya wan re karibin îdyolojîyaya rêxistinê ya tundrew belav bikin.

Hemû torên mîdyayê yên sereke -- di nav de Facebook, Twitter, WhatsApp û Telegram-- kanal û rûpelên girêdayî DAIŞê girtin, tiştê hişt ew berê xwe bide torên kêmnaskirî da li wir li ser internetê bimîne.

Di heftîyên borî de, xebitînerên girêdayî DAIŞê li ser Hoop Messenger hatin şopandin, ew jî apeke nû ye, bi hewldana ku "hesabên wan li ser apên binavûdeng neyên girtin," li gorî Navenda Mîdyaya Dîjîtal a Îraqî.

Ev tişt xuyanî dike ku DAIŞ hewl dide berên nû li ser internetê bibîne, ku hêvî dike propagandaya xwe bike û xwe ji çavdêrîyê bibparêze, pisporê mîdyaya ewlehî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên Hewalgirîyê yên Artêşa Îraqî bi ser veşartgeheke DAIŞê li navçeya Anah li Enbarê di 27ê Tîrmehê de girt, ku teqemenî û çapine weşana Neba ya rêxistinê hatin dîtin, ya ku li ser internetê hatiye qedexekirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Hêzên Hewalgirîyê yên Artêşa Îraqî bi ser veşartgeheke DAIŞê li navçeya Anah li Enbarê di 27ê Tîrmehê de girt, ku teqemenî û çapine weşana Neba ya rêxistinê hatin dîtin, ya ku li ser internetê hatiye qedexekirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Berî hewldana keysbazkirina Hoop Messengertundrewan berê xwe da "apa peyaman a Rûsî TamTam, piştî bi hezaran hesab û rûpelên wan li ser Facebook, Twitter, WhatsApp û vê dawîyê Telegram hatin girtin".

Wî got, weke îşaret ku ew zehmetîyê di şandina peyama xwe li ser kanalên mîdyaya civakî yên sereke de dibîne, DAIŞ lêgerîna li torên nû berfireh kir.

Ceyaşî anî ziman ku tevî ew rastî fişaran jî tê, rêxistin "hîna dikare xwe bigihîne fezaya elektronî û nûçe û belavokan biweşîne," da zanîn jî ku DAIŞ "gefeke îdyolojî" çêdike û divê xebatên rêgirtina li ber mana wê li ser internetê berdewam bikin.

Nûçeyên mezinkirî û tozgirtî

Ceyaşî destnîşan kir ku hebûna DAIŞê li ser internetê ji hebûna wê ya li ser erdê mezintir e, dîyar kir jî ku gelek kanalên wê yên li jêr navên cuda hene û weşana xwe ya Neba jî berdewam dike.

Lê gelek nûçeyên ku diweşîne mezinkirî yan jî pir kevin in.

Ceyaşî daxuyand ku pişkinînkirina naveroka rêxistinê li ser internetê eşkere dike ku 70% ji operasyon û çalakîyên wê "qet pêk nehatine, mezinkirî ne yan jî ji mêj ve qewimîne".

Navenda Mîdyaya Dîjîtal ragihand ku wê gelek kanalên girêdayî DAIŞê li ser Hoop Messenger ku bi hezaran abone tê de nûçe û wêneyan par ve dikin destnîşan kirine. Nehatine rakirin hîna, tevî ap xwedî taybetîya çêkirina raportan e.

Li gorî şareza Ehmed Semawî, navendê gotiye ku koma Afaq a têknolojî ya bi ser DAIŞê ve berê xebitînerên xwe daye Hoop Messenger "weke berdêlekî ewle bo peyaman û parvekirina madeyên mîdyayî".

Wî da zanîn jî ku ap xwedî taybetîya şîfrekirinê ye ku dikare navnîşanên IP yên rastîn veşêre û daxwaz û daneyên internetê di rêya girêkên sexte (rajekar) re vedigerîne da bêhitr ewle be.

Semawî anî ziman ku di vî warî de ew weke Telegramê ye, ku dihêle kanalên şîfrekirî werin çêkirin, ew jî ligel tabetîyên wê yên teknîkî.

Rûbirûbûna propagandaya DAIŞê

"DAIŞ îroroj nikare hipîhazir biweşîne û belavokên wê li ser torên mîdyaya civakî bi serbestî weke berê hebin", profesor li Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Bexdayê Ebdul Selam Samir ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku rêxistinê di Hoop Messenger de, herî kêm aniha, "rêyeke bo xwe ji fişaran xelas bike dît, ku nahêle propagandaya wê bigihîje şopîner û temaşevanên wê yên dixwaze wan bi rêya ramanên xwe yên hov bixapîne".

Wî bal kişand ser rola mezin a navendên çavdêrî û koleçanê yên internetê û kompanîyên apan ên li seranserê cîhanê, ku bi dehan torên DAIŞê girtin û bi awayekî çalak şerê propagandaya wê dikin.

Samir teqezî li ser girîngîya rûbirûbûna propagandaya DAIŞê kir ku divê rê neyê dayîn ku ew "bi aqilan bo tecnîdkirina çekdaran bişo da refên xwe nû bike û binkeftîyên xwe qerebû bike".

Birêveberê Rewangeha Îraqî bo Azadîya Çapemenîyê Hadî Celo Merhî ji Diyaruna re got ku civaka navdewletî di çend salên borî de "pisporî û tecrubeyeke" fireh bi dest xist ku karîbû gotara tundrew di fezaya elektronî de bişpîne.

Wî eşkere kir ku rewangeh biniyet e "taktîka nû ya ku endamên DAIŞê bi kar tînin têk bibe ku berê xwe didin apên nenavdar, bi rêya şopandina hesab û kanalên wan li ser Hoop Messenger û apên din ên nenaskirî.

Wî got "DAIŞê gelek hêza xwe li ser erdê ji dest bir, û îroj dixwaze hebûna xwe ya li ser internetê bi çi awayî mabe biparêze". Lê ew rastî fişarên tund tê û karîna wê ya munawere û veşartinê qels dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500