Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq xetên kehrebeyê yên ku DAIŞê têk dabûn çaksaz dike

Xalid Taî

Burcekî Kehrebeyê li rojhilatê Bexdayê di êrîşeke DAIŞê de ziyan gihayê di 28 Nîsanê de. [Wêne ji Wezareta Kehrebayê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Burcekî Kehrebeyê li rojhilatê Bexdayê di êrîşeke DAIŞê de ziyan gihayê di 28 Nîsanê de. [Wêne ji Wezareta Kehrebayê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Kehrebeyê ya Îraqê xetên raguhestina kehrebeyê yên ku ji alîyê bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin xirabkirin li beşên bakurê welat di Nîsanê de vegerandine, berpirsekî wezaretê roja Çarşemê (6ê Gulanê) ji Diyaruna re ragihand.

Karmendên wezaretê şeş xetên kehrebeyê ên ku ji xizmetê derketibûn ji çaxê ku bi bombeyên bidestçêkirî hatine armanckirin di 28 Nîsanê de çaksaz kirin, peyvdarê wezaretê Ehmed Mûsa ragihand.

Çekdaran ew bombeyên bidestçêkirî li nêz burcên veguhestinê û stasyonên belavkirinê çandibûn, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîş bûne sedema xesara bêtir ji 2,000 mêgawatan, vê yekê bandor li xetên kehrebeyê li rûberine berfireh li rojhilat û bakurê Bexdayê kir, herwiha li parêzgehên Diyala û Selahedînê.

Karmendên parêzgeha Nînewayê di 22yê Adarê de transformekî kehrebeyê li Mûsilê çaksaz dikin, cihê ku sektorê kehrebeyê rastî ziyanine dijwar hat di şerê li dijî DAIŞê de. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kerebeyê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Karmendên parêzgeha Nînewayê di 22yê Adarê de transformekî kehrebeyê li Mûsilê çaksaz dikin, cihê ku sektorê kehrebeyê rastî ziyanine dijwar hat di şerê li dijî DAIŞê de. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kerebeyê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Wî got "me karîbû bi xebatine awarte em xetên 1 û 2 li rojhilatê Bexdayê û xeta hawirdekirina kehrebeyê ya Diyalayê ya ku Diyala û bi kehrebeyê dabîn dike û xeta Bendava Miqdadîya-Hemrînê vegerînin".

Mûsa got ku herwiha xetên Ebdullah el-Dûr û Ebdullah- Bakurê Samerayê li parêzgeha Selahedînê hatine çaksazkirin ku her yek ji wan şîyana wê 132 kîlovol e.

Birîna xetên kehrebeyê

Mûsa got ku DAIŞ berdewam dike û xetên raguhestina kehrebeyê armanc dike di rêya êrîşeke li ser xeta el-Mensûrîya-Diyala roja Sêşemê û destnîşan kir ku karmendên wezaretê aniha kar dikin daku wê çaksaz bikin.

Ew xeta veguhestinê ya sereke ye ku şîyana wê 400 kîlovolt e, ku burcên wê rastî heman êrîşên teror hatin di salên dawî de.

Mûsa got ku êrîşên teror ên armanc dikirin ku binesazîya sektorê kehrebeyê xirab bikin "vê dawîyê zêde dibin", ji ber "komên DAIŞê aciz bûn ji serkeftina ku me bi dest xist di warê dabînkirina weltîyan bi kehrebeyê 24 saetan di rojê de".

Wî got ku çekdar "aniha hewl didin ku rê li ber pêşketina di vî warî de bigirin û jîyana niştecîyan xirab bikin, bi taybet li bajarên rizgarkirî".

Mûsa bang li hêzên ewlekarî kir ku "çi ji dest wan tê bikin daku xetên dabînkirinê û yên veguhestina kehrebeyê û sazîyan biparêzin, bi taybet li deverên dûrdest".

Ewlekirina van xetan bi rêbazine nerêtî erkekî gelekî zehmet e, ji ber "ne hêsan ku mirov pagerên ewlekarî û xalên sabit bi hemû dirêjahîya wan belav bike", wî got û destnîşan kir ku dibe her xetek dora 400 kîlomitran dirêj be û herî kêm 480 burcan dihundirîne.

"Herwiha hin ji xetan di deverine îzolekirî re derbas dibin ku baş nayêne ewlekirin, mîna deverên solavê li parêzgeha Nînewayê yan Çiyayê Hemrînê û Wadî Horanê li Enbarê," wî anî ziman.

Mûsa bang bo "zêdekirina bikaranîna sîstemîn çavdêrîyê yên nûjen, mîna kamîrayên germî û dronan daku parastineke temamkirî ji xetên kehrebeyê re were dabînkirin" kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500