Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq tedbîran dikin bo rêgirtin li ber têkdana xetên kehrebeyê

Xalid Taî

Karmendên Wezareta Kehrebeyê bircekî di teqînekê de ziyan gihiştiyê de saz dikinli ser xeta kehrebeyê ya Dibis li Rojavayê di 3êyê Tebaxê. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Karmendên Wezareta Kehrebeyê bircekî di teqînekê de ziyan gihiştiyê de saz dikinli ser xeta kehrebeyê ya Dibis li Rojavayê di 3êyê Tebaxê. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Piştî zincîrek ji êrîşan li ser xetên kehrebeyê ku şîyana Îraqê kêm dike ku karibe hewcedarîya zibûnan li seranserê welat pêk bîne, Wezareta Kehrebeyê bi hevkarîyeke pir bi dîqet bi ajansên ewlekarîyê re kar dike ku vê binesazîya jîndar biparêze.

Tevî ku wezaretê meha bûrî îlan kir ku wê karîbû behemkirina enerjîyeke berhemdanê bi dora 16,000 mêgawat çêke, wê ku kirarên xirabkirina kehrebeyê berdewam nehiştin ku xizmeta kehrebeyê bigihe zibûnan.

Tora Enerjîyê li seranserî devereke berfereh dirêj dide, piranîya wê li biyabana tund û li deverên dûr , deverên ku zehmet e mirov wan bi alavên nerêtî misoger bike.

Êrîş û kirarên xiabkirinê

Di nîvê yekem ji vê salê, dora 85 êrîşan û kirarên xirabkirinê ku xetên kehrebeyê li seranserî Îraqê kirin armanc, peyvdarê wezaretê Museb Muderis got.

Teknîkarên Îraqî bircekî kehrebeyê ji nû ve ava dikin, di vê wêneya ku di 1ê Tebaxê de li ser internetê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Teknîkarên Îraqî bircekî kehrebeyê ji nû ve ava dikin, di vê wêneya ku di 1ê Tebaxê de li ser internetê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Kehrebeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hinek xetên kehrebeyê hatin xwarê dema ku bircên kehrebeyê bi teqînên bidestçêkirî yan bi avêtina fîşekan hatin ziyankirin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku xeta kehrebeyê di navbera parêzgeha Nînewa û Kerkûkê de 13 caran hat armanckirin, xeta Mula Ebdula li Hewîcayê li (rojavayê Kerkûkê) 12 caran hat armanckirin û xeta Kerkûk Diyalayê heşt caran di vê navê re hat armanckirin.

Di dudwê Tebaxê de, terorîstan xeta enerjîyê ya bilind di navbera parêzgeha Diyala û Kerkûkê de li devra Injanayê teqandin, wî anî ziman.

Ev yek bû sedema qutbûna kehrebeyê li Mûsil û Kerkûkê, herwiha li beşekî Selahedînê jî, berî ku tîma teknîkî karîbe ziyanan saz bike û enerjîyê vegerîne.

Di meha Tebaxê de, teqîneke bidestçêkirî du bircên kehrebeyê ku xeta cot ya Dibsê li Rojavyê Kerkûkê dabîn dike armanc kir.

Du xetên enerjîyê yên bilind, xeta al-Dor-al-Hawîca and Mullah Abdullah-al-Hawîca, bi fîşekan hatibûn armanckirin di 4ê Tebaxê de, vê yekê ziyan gihande têlên kehrebeyê û xizmeta kehrebeyê demekê qut kir.

Êrîşên mîna van gelek caran dibin sedema kêmbûna berhemdanê di navbera 400 û 600 mêgawat de, ev yek xizmetguzarîyan qut dike, Mudersî got.

Tedbîrên parêzî

Weke bersivekê li ser van êrîşan, wezaretê tedbîrin kirin daku nehêle binesazî were armanckirin di rêya hevahaengîya bi hêzên ewlekarîyê re, Mudersî got.

Tîmên ewlekarî yên guhêzbar hene ku aniha çavdêrîyê dikin û pasadanê li deverê daku nehêlin binpêkirin û êrîş çêbibin, wî piştrast kir ku artêş hêzên polîsê her tiştê ji dest wan derdikeve dikin daku xetên kehrebeyê misoger bikin.

Wî bang li zibûnan kir, bi taybet ew kesên nêzîkî van xetan dijîn, ku yekser çi çalakîyên gumanbar hebin ragihînin.

Birêveberê medyayê li birêveberîya Polîsê Enerjîyê neqîb Elî Malikî ji Diyruna re got ku alîkarî bi hêzên ewlekarîyê re çêbû daku asta gefê kêm bikin.

Birêveberîyê vê dawîyê gelek civîn bi serkirdeyên ewlekarî re li dar xistin, di nav wan de Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, daku giftûgo bikin bê çawa ew dê li hember van êrîşanên ku xet û bircên kehrebeyê armanc dikin berhengarîyê bikin.

Wan giranî da bê çawa hevkarîya hevbeş qayim bikin, herwiha ku hişyar bin û herwiha tedbîrên parêzî bikin, wî anî ziman.

"Berpirsîya parastina tora kehrebeyê dikeve ser milên leşkerên hêzên ewlekarîyê li ser erdê, lê Polîsê Enerjîyê berpirs e bo parastina stasyonên çêkirina kehrebeyê û baregeha birêveberîyê," wî got.

Wî da zanîn ku xetên enerjîyê devereke rûbera wê 23,000 kîlomitrên çargoşeyî li seranserî Îraqê dide ber xwe, "rûbera ku berfereh e û zehmet e ku bi rîsorsên mirîvî were misogerkirin, ev yek tê wateeya ku hewcedarîya me bi hêzeke ewlekarî ya mezin û xalên pêşkinînî û pageran heye".

Parastina binesazîyê

Malikî teqez kir ku teknolojîya çavdêrîyê ya nûjen û pêdivîyên çavdêrîyê pêwîst in, ew dibêje pêwîstîya vê yekê heye daku xetên kehrebeyê bi şîyana bilind û çalakîya lêçûnê misoger bikin.

Wî got ku piranîya karên xerabîyê li deverên dûr û paşguhkirî çêdibin, da zanîn jî ku endezyar û kesên teknîkî dikarin ziyanê di heyama rojekê yan du rojan de çaksaz bikin.

Wî got ku piştî têkçûna wan ya serbazî, endamên tundrew hewl didin ku sazîyên hikumetê armanc bikin bo astengkirina xebatên nûavakirinê, herwiha got ew ne serkeftî ne.

Êrîşên li ser sektora kehrebê xuya dibe ku "hewldaneke bo rûxandina abora welat û astengkirina geşêdanê" ye, pisporê aborî Macid Siwarî anî ziman.

Hikumetê bihêz û bixurtî li hember êrîş û xerabîyên terorî ku xizmetguzarîyên giştî armanc dikin rawestiya, wî ji Diyaruna re got.

Ev yek di rêya "zêdekirina operasyonên hewalgirî û piştevanîya hêzên ewlekarîyê bi têknolojyaya pêşketî re çêdibe," wî got.

Wî got ku Têkbirina çekên ne rewa û şerkirina gendelîyê dibin faktorine girîng in di parastina binesazîya welat de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500