Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

HRW: Laşan di gelîyekî devera Reqayê de tên avêtin

AFP û stafê Diyaruna

DAIŞê tomarkirineke amade kiriye ku tê de dîyar dikir çawa çekdarên wê laşên qurbanîyên xwe diavêtin gelîyê Hotayê li parêzgeha Reqayê ya Sûrîyayê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

DAIŞê tomarkirineke amade kiriye ku tê de dîyar dikir çawa çekdarên wê laşên qurbanîyên xwe diavêtin gelîyê Hotayê li parêzgeha Reqayê ya Sûrîyayê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Human Rights Watch (HRW) Duşemê (4ê Gulanê) bang kir bo lêkolînekê derbarê gelîyê balkêş li bakurê Sûrîyayê ku çend salan weke cihekî bo avêtina laşên mirî hat bikaranîn.

Gola ku kûrahîya wê 50 metr in li devereke biyabanî li parêzgeha Reqayayê ye ku li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû piştî ku wê dest danî ser deverinan li Sûrîya û Îraqê.

Piştî dever ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, ji jêr kontrola rêxistinê hat derxistin di dawîya sala 2017an de, HRW lêkolîn li deverê pêk anî.

Rêxistina çavdêrîya mafên mirov dît ku laş di dema hukmê DAIŞê û pişt wê re jî bo gelî hatine avêtin.

"Gelîyê Holayê, yek ji cihên xwezayî yê xweşik, bo cihekî tirs û safîkirina hisaban," Sara Keyalî lêkolînera HRW li Sûrîyayê got.

Hewdê, ku hemû kûrahîya wî ji kevîka hewd ve nedihat dîtin, xwedî statûyeke nîv-efsaneyî bû li deverê lê demekê ew penayekî navdar bû ku niştecî ligel malbatên xwe diçûne seyranan.

"Eşkerekirina bê çi li wir qewimî û li komgorên din ên li Sûrîyayê, meseleke girîng e bo destnîşankirin bê çi hate serê bi hazaraên xelkê ku DAIŞê ew îdam kirin hatiye û bo muhasebekirina kesên berpirs," wê got.

Yek ji bêtirî 20 komgoran

Nayê naskirin bê çend laş bo Holayê hatin avêtin, yek ji bêtirî 20 komgoran li deverên ku berê li jêr kontrola DAIŞê bû hat dîtin.

HRW got ku hebûna komgora vekirî hat hat eşkerekirin dema çekdarekî DAIŞê laptopa xwe bire şwêneke sakirinê li bajarokê Tel Ebyedê.

Karekerekî li wir xwest ku tawanên DAIŞê eşkere bike û naverokên laptopê kopî kirin, naverokên ku vîdoyeke dihundiran ku tê de endamên rêxistina tundrew dihatin dîtin ku laş diavêtine kurtikê.

HRW navgîneke cewî bê balefirvan di ser gelî re firand û gelek laşên bi ser avê ketibûn dîtin ên ku beşê kûr ji gelî mişt dikirin.

"Li ser bingeha rewş genûbûnê, laş hatine avêtin piştî demeke dirêj ku DAIŞ ji deverê derket. Nasnameyên wan qurbanîyan û sedemên mirina nenaskirî dimînin," wê got.

Di axaftineke bi Diyaruna re di Îlona 2016an de, çalakgerê berê yê Ofîsa Medyayê ya Reqayê Macid Hesûn got ku niştecîyên Reqayê "dizanin ku wê [DAIŞ] qurbanîyên xwe diavêjtin gelîyekî kûr di nav keviran de, yê weke Hota tê naskirin".

Wî got ku DAIŞê bi xwe vîdyoyek belav kir di sala 2014an de ku tê de çekdarên xwe dîyar dikirin çawa laşan divêjine qelşê.

Cihê Îraqî hîn bi awayekî tam nehatiye pişkinînkirin

Herwiha golekeku weke Xefse tê naskirin li bakurê Îraqê ye yek ji komgorên herî navdar e ku heta aniha hatiye eşkerekirin, ku texmînên nefermî destnîşan dikin ku ew bermayîyên 25,000 laşên qurbanîyên DAIŞê dihewîne.

Di raporteke HRW de ku di Adara 2017an de hat belavkirin, dîdvaninan ji deverê behsa haletine tirsnak derbarê qurbanîyên hatine kuştin û bo hewda xwezayî hatine avêtin kirin, hewda ku heşt kîlomitran başûr û rojavayê Mûsilê dikeve.

Dîdvanan got ku wan gelek îdamkirinên bi kom li hewd dîtin, gelek cara bi awayekî heftane, ji destpêka Hezîrana 2014an û berdewam kir heta Gulan an Hezrana 2015an.

Di raporta xwe ya nû de, HRW got ku herwiha Xefse dê bi awayekî tam were pişkinînkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500