Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bermahîyên jinan di komgorên DAIŞê de li Reqayê tên dîtin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîma Bersiva Seretayî ya Xûzeyên Sipî li cihê komgora DAIŞê Hejmar 27 kar dike li nêzî bajarê Reqayê. [Wêne ji Eyes of Euphrates hatiye wergirtin]

Tîma Bersiva Seretayî ya Xûzeyên Sipî li cihê komgora DAIŞê Hejmar 27 kar dike li nêzî bajarê Reqayê. [Wêne ji Eyes of Euphrates hatiye wergirtin]

Tîmekî Besiva Seretayî ya Xozeyê Spî li Reqayê roja Çarşemê (26ê Tebaxê) dest pê kir daku bermahîyên sivîlên ku li ser destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) hatin îdamkirin ji komgorên ku nû hatine kifşkirin derxin, çalakgerekî xwecihî got.

Tîma Xûzeyên Sipî gora (Hejmar. 27) berî çend rojan bi alîkarîya niştecîyên bajarê Reqayê kifş kir, ên guamn kir ku komgorek li devera Furûsîyayê, li rojavayê bajar hebû .

Niştecîyên xwecihî ji hev re gotin ku ew guman dikin ku komgorek heye piştî hejmareke sivîlan hewl da ku erdên xwe paqij bikin daku cot bikin, xwebexşekî Xûzeyên Sipî Hemed Meter ji Diyaruna re got.

Tîmê Bersiva Seretayî dever seh kir û dît ku bi rastî komgoreke ku bermahîyên hejmareke qurbanîyên DAIŞê dihundirîne heye.

Tîmekî Xûzeyên Sipî xwe amade dike daku bermahîyên mirovan ji komgoreke ku nû li Reqayê hatiye kifşkirin rake. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Tîmekî Xûzeyên Sipî xwe amade dike daku bermahîyên mirovan ji komgoreke ku nû li Reqayê hatiye kifşkirin rake. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Bijîşkekî Şeriî çavdêrîya proseya derxistina bermahîyan di komgorên ku nû hatine kifşkirin dike li devera Furûsîyayê li Reqayê. [Ev wêne ji vîdyoyeke Encumena Sivîl a Reqayê hatiye wergirtin]

Bijîşkekî Şeriî çavdêrîya proseya derxistina bermahîyan di komgorên ku nû hatine kifşkirin dike li devera Furûsîyayê li Reqayê. [Ev wêne ji vîdyoyeke Encumena Sivîl a Reqayê hatiye wergirtin]

Dora 20 laşan di komgorê de hene, li gorî tîma ku bermahîyan ji cih derdixe, hemû laşên jinên temenên wan di nav 20 û 30 salan de ne yên hatine îdamkirin dema DAIŞê dever kontrol dikir.

Wî got ku sê laş heta aniha hatine derxistin, û nimûneyên wan ên DNA hatin standin daku bijîşkîya şeriî karibin hewl bidin ku nasnameyên wan destnîşan bike.

Meter got ku tê pêşbînkirin ku herî kêm proseya xepartinê mehekê dirêj bide.

Wî got ku ev gor komgora DAIŞê ya 27mîn e ku heta aniha li Reqayê tê kifşkirin û destnîşan kir ku 6,000 laş heta aniha hatine dîtin, ku tenê 700 ji wan nasnameyên wan hatin destnîşankirin, ji ber zehmetîyên bicihanîn taqîkirinên bijîşkîya şeriî.

Wî anî ziman ku faktorê tevlihevîyê yê din ew e ku gelek malbat bawer dikin ku heskerîyên wan hîn windayî ne yan ji alîyê hin koman ve hatine girtin û bi vî awayî hîn ew sax in.

Herwiha xebatên xepartinê li cihê goreke din (Hejmar.26) li gundê Hteşê li bakurê Reqayê berdewam e, ku 17 laş heta aniha hatine derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500