Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tê payîn hejmara kuştîyên teqîna li bazara Efrînê zêde bibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Xûzeyên Sipî di nava dûman û kavilan de radiweste piştî teqîna Sêşemê (28ê Nîsanê) a ku li bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê rû da. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî di nava dûman û kavilan de radiweste piştî teqîna Sêşemê (28ê Nîsanê) a ku li bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê rû da. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Bombeyeke ku Sêşemê (28ê Nîsanê) li bazareke bajarê Efrînê li bakurê rojavayê Helebê teqîye bû sedema kuştina herî kêm 46 kesan, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Tê payîn ku amara kuştîyan zêde bibe, ji ber ku rewş hinek birîndaran pir tengav e, mîdyavanekî bi navê Tariq Ehmed ji Diyaruna re ragihand.

Ehmed da zanîn ku hîn tu lîstek bi navên qurbanîyan nehatiye belavkirin, û hinek kelaş ji ber şewata pir nayên naskirin.

Wî got ku bêhtir ji nîvê qurbanîyan sivîl bû, yên ku yan li dervê dijîn yan hatibûn bazarê. Ehmed da zanîn ku herî kêm 10 zarok hatine kuştin, û birînên dora 60 kesan pir giran in.

Tîmeke Xûzeyên Sipî çaxê ew agirê ku ji ber teqîna Sêşemê (28ê Nîsanê) çêbûye vedimirînin, teqîna ku bi rêya tankereke neftê li navenda bajarê Efrînê hatiye pêkanîn. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dûman ji cihê teqînekê bilind dibe, ku Sêşemê (28ê Nîsanê) li bazerekê li navenda Efrînê qewimîbû. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dûman ji cihê teqînekê bilind dibe, ku Sêşemê (28ê Nîsanê) li bazerekê li navenda Efrînê qewimîbû. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Teqîna Sêşemê (28ê Nîsanê) li bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê agir bi otombîlan xist û bi dehên kesan kuştin û birîndar kirin, ku piranîya wan sivîl in. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî got ku agahîyên seretayî dîyar dikin ku teqîna yekcar mezin ji ber teqîna tankereke neftê ye, û ji ber agirên mezin xelaskirina birîndaran pir zehmet bû.

Ehmed da zanîn ku teqîn li derbasgeha bazareke mezin a bajar a di navbera çarêyên Siyasa û Seraya rû da, li nêzî navenda tecnîdê ya komeke çekdar a opozîsyonê.

Wî teqez kir ku ev dever carê mişt sivîl e, bi taybetî berî iftarê.

Wî got ku komên Xûzeyên Sipî kavilan ji deverê radikin û lêgerîna li kesên wendayî berdewam dikin, ku dê amara giştî piştî qedandina van xebatên lêgerînê were eşkerekirin.

Ehmed dîyar kir ku hîn tu alîyî berpirsyarîya xwe ji teqînê ranegihandiye, û da zanîn ku dever li jêr kontrola hejmarek ji komên opozîsyona Sûrîyayê ye, ku şer û pevçûn di rojên dawî de ji bo sepandina hejmûnê di nav wan de derketibûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîş şermezar kir, AFP raport kir.

"Ev kiryarên kirêt û tirsonek ji çi alîyê şer nayên qebûlkirin," peyvdara wezaretê Morgan Ortagus ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500