Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Êrîşên asmanî yên Rûsî, Sûrî nexweşxaneyek û navendeke berevanîya sivîl dixin derveyî xizmetê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nexweşxaneyeke jidayikbûnê li bajarokê Şinanê li parêzgeha Idlibê kete derveyî xizmetê di êrîşeke asmanî de. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Nexweşxaneyeke jidayikbûnê li bajarokê Şinanê li parêzgeha Idlibê kete derveyî xizmetê di êrîşeke asmanî de. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Di demjimêrên dawî de, êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî nexweşxaneyek û navendeke barevanîya sivîl (Xûzeyên Sipî) li gundewarên parêzgehên Helebê û Idlibê armanc kirin û ew li derveyî xizmetê hiştin, çalakgerekî ji herêmê Pêncşemê (7ê Mijdarê) ragihand.

Navenda berevanîya sivîl a ku bû armanca êrîşên asmanî li bajarokê Endanê li parêzgeha Helebê, û wê xizmetguzarîyên derxistina ji jêr kavilan, guhlêdana tengavî û vemirandina agir li gundewarê Helebê û Idlibê dabîn dikirin, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîşên asmanî ew bi temamî li derveyî xizmetê hişt û alavên wê têk birin, ku êdî nema bi kêrî bikaranînê tên.

Esaf got ku êrîşên asmanî herwiha Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Ixlasê li gundê Şinanê li gundewarê başûrî yê Idlibê armanc kir.

Ev navenda berevanîya sivîl li bajarokê Endanê li gundewarê Helebê ji ber êrîşeke asmanî ketiye derveyî xizmetê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev navenda berevanîya sivîl li bajarokê Endanê li gundewarê Helebê ji ber êrîşeke asmanî ketiye derveyî xizmetê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Yekeya guhlêdana li dergûşan li Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Ixlasê li bajarokê Şinanê di êrîşên asmanî de hatiye wêrankirin, û bi vî awayî gihiştina xelkê bo guhlêdana tendirustî kêm dibe. [Wêne ji Idlib-plus hatiye wergirtin]

Yekeya guhlêdana li dergûşan li Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Ixlasê li bajarokê Şinanê di êrîşên asmanî de hatiye wêrankirin, û bi vî awayî gihiştina xelkê bo guhlêdana tendirustî kêm dibe. [Wêne ji Idlib-plus hatiye wergirtin]

Nexweşxane ji hêla Yekîtîya Rêxistinên Hawarçûnê û Guhlêdana Bijîkî ve tê birêvebirin, li gorî Dezgeha Komela Nûjdarî ya Sûrî Amerîkî (SAMS).

Esaf da zanîn ku hejmarek ji birîndaran hatiye qeydkirin, û nexweşxane tûşî ziyaneke mezin bûye ku ew bi temamî li derveyî xizmetê hiştiye.

Wî daxuyand ku endamên Xûzeyên Sipî bi lez hewl dan ku agirên ku girtibûn nexweşxaneyê piştî êrîşên asmanî vemirînin û birîndaran veguhezin deverine elwehtir, di nav de du endamên stafê nûjdarî.

"Di rojên dawî de, fermangehên tendirustîyê li bakurê rojavayê Sûrîyayê rastî êrîşeke zêdebûyî hatine," SAMS di daxuyanîyekê de got, û balkişan ser hûrgilîyên hinek bûyeran.

"Êrîşa li ser Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Şinanê êrîşa 63yem e li ser 46 sazîyên tendirustîyê li bakurê rojavayê Sûrîyayê ji dema ku operasyon di 26ê Nîsanê de dest pê kir, êrîşa 23yem e di heman heyamê de li ser sazîyên ku SAMS piştgirîya wan dike," daxuyanîyê got.

"Ev herwiha şeşem êrîş e li ser naxweşxaneyên jidayikbûnê, ku ev yek cihê haydarîyê ye ji ber ku ji berê ve kêmbûneke yekcar dijwar di dabînkirina guhlêdana bi tendirustîya zarokbûnê de li bakurê rojavayê Sûrîyayê heye," daxuyanîyê da zanîn.

Xizmetguzarîyên bingehîn kêm dibin

Esaf got ku nexweşxane û navenda berevanîya sivîl xizmetguzarîyên bingehîn bo şênîyên gundewarê Helebê û Idlibê pêş kêşdikirin -- ku nifûsa wan 100,000 derbas dike.

Wî daxuyand ku bi bordumankirina nexweşxaneyê û navenda berevanîya sivîl, ev xizmetguzarî êdî ne berdest in, tevî ku Xûzeyên Sipî hewl didin ku cihên nû vekin bo kêmkirina ziyanê.

Wî got ku êrîşên asmanî yên dijwar rojane dewam dikin, bi taybetî li gundewarê Idlibê, ku deverên niştecihbûnê bi giranî bûn armanca lêdanên asmanî yên ku hejmarek mezin ji sivîlan kuştin û birîndar kirin.

Wî got ku herî dawî, sê zarok hatin kuştin û dayika birîndar bû dema ku xanîyê wan li gundê Dar Kebîra bû armanca êrîşeke asmanî.

Li bajarê Cisir Şuxûr, navendeke tendirustîyê ku Komela Nûjdarî ya Revenda Sûrî (SEMA) piştgirîya wê dike bû armanca êrîşên asmanî, li gorî SAMS.

Esaf got ku deverên din ên ku bûne armanca êrîşên asmanî li gundewarê Maeret Numan û bajarokê Mar Şûrîn in, yên ku bi awayekî rojane tên bordumankirin.

Tehrîr el-Şam piranîya herêma Idlibê kontrol dike, û hêzên rejîma Sûrîyayê şer dikin bo vegerandina wê bo jêr kontrola rejîmê bi alîkarîya hevalbenda wan a serekî Rûsîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500