Nûçeyên Iraqê
Ol

Sivîlên Idlibê Remezaneke hêmin a bêhampa dibînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Keseke Sûrî li kampeke bêwarîyê li Idlibê alîkarîyên meha Remezanê ji rêxistineke mirovî werdigire. [Wêne ji Rêxistina Tundûtûjîyê hatiye wergirtin]

Keseke Sûrî li kampeke bêwarîyê li Idlibê alîkarîyên meha Remezanê ji rêxistineke mirovî werdigire. [Wêne ji Rêxistina Tundûtûjîyê hatiye wergirtin]

Şênîyên Idlibê, gelek ji wan ji ber bêwarîyê û hejarîyê di encama cengê de dinalin, vê salê Remezaneke cuda jîyan dikin, ji ber rêkarên nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19).

Kesekî ji Maeret Numan bi navê Hanî Numan, yê ku tev malbata xwe revîyaye bajarokekî li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, ji Diyaruna re got ku mirov dikare bibêje ku îsal nerîtên Remezanê li herêma Idlibê tune ne.

Wî ragihand ku ayînln olî mîna nimêjên terawîhan (nimêjên êvarê yên taybet bi Remezanê) û nimêjên bi kom hatine rawestandin, û îsal mêzên Remezanê yên ku xwarinê ji bi komên xelkê re pêşkêş dikin tune ne.

Wî teqez kir ku bazarên ku carê pir qerebalix in êdî gelekî hêmin in.

Numan got ku operasyonên serbazî yên vê dawîyê, yên ku rejîma Sûrî û hêzên Rûsî pir êrîşên asmanî û topbaran di wan de encam dan, rojnivîsên remezanê nehiştin.

Wî da zanîn ku bi hezaran xelkê Idlibê ji ber şer bêwar bûne, hertişt li pey xwe hiştine, yên ku ji di vê qeyrana tendirustî de ji kampên bêwarîyê vegerîyane warên xwe zehmetîyên bêsînor jîyan dikin.

Bi hatina meha Remezanê buhayên pêdivîyan pir bilind bûn, û bi vê yekê gelek pêdivî -- di nav de şînî, fêkî û pêdivîyên Remezanê -- zêdeyî karîna kirînê ya gelek xelkê herêmê ne.

Wî daxuyand ku hinek rêxistinên hawarçûnê yên herêmî hewl didin ku alîkarîya xelkê bikin, lê karînên wan pir kêmî hewcedarîya malbatên hejar in.

Dibistan li deverên li jêr kontrola rejîmê girtî ne

Hevdem, bêhtir ji çar milyon şagirt li deverên li jêr kontrola rejîmê yên ku neçar in di malên xwe de ji ber vayrûsa Koronayê bimînin dê vê salê xwendinê berdewam nekin lê dê biçin refeke bilindtir, AFP Yekşemê (26ê Nîsanê).

Dibistan di nîvê meha Adarê de hatin girtin bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê, vê yekê hişt ku gelek xwendekar û mamoste berê xwe bidin xwendina bi rêya înternêtê.

"Hemû şagirtên dibistanên seretayî û amedeyî dê derbasî refeke bilindtir bibin," hikûmetê ragihand, li gorî mîdyaya dewletê.

Dê hîn dora 557,000 xwendekaran, tevlî ezmûnên bakalorya û refa nehemîn bibin, li gorî wezareta perwerdeyê.

Piştî dibistan hatin girtin, hinek sazîyan berê xwe da fêrkirina bi rêya înterênt, û kenaleke fêrkarî ya wezareta perwerdeyê waneyên Eebî, Înglîzî, bîrkarî û zanistê diweşîne.

Lê qutbûna kehrebeyê ya rojane bo demjimêrên dirêj, nirêxên bilind yên înternêta li malan tê bikaranîn xebatên fêrkirina ji dûr asteng dike.

Dê zanîngeh girtî bimînin, herî kêm heta dawîya Remezanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500