Nûçeyên Iraqê
Remezan

Di rotîna nû ya Remezana Bexdayê de, bangên bo nimêjê û felata ji COVID-19

AFP

Endamên malbatekê serê xwe di pencerê re derdixin, roja 7ê Gulanê, bo li Seyid Muzahim, ''dahlvanê paşîvê" temaşe bikin, dema ew bang li xelkê dike ku paşîva xwe bixwin berî ku rojeke nû ya rojîyê berî berbangê dest pê bike. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Endamên malbatekê serê xwe di pencerê re derdixin, roja 7ê Gulanê, bo li Seyid Muzahim, ''dahlvanê paşîvê" temaşe bikin, dema ew bang li xelkê dike ku paşîva xwe bixwin berî ku rojeke nû ya rojîyê berî berbangê dest pê bike. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Bexda, ku nifûsa wê dora 10 milyonan e, rotîneke nû ya awarte û ne-asayî ya Remezanê jîyan dike ji dema ku Îraqê qedexeya derketina bi şev sepandîye bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê (COVID-19).

Çend demjimêran berî berbangê, dengê hawara Seyid Muzahim li taxeke biçûk a Bexdaya kevin tê bihîstin, bi rêya makrofona di destê wî de.

Muzahim "daholvanê paşîvê" yê taxê ye, erkê wî ye ku di meha Remezanê de xelkê rake paşîvê berî rojeke nû ya rojîyê bi berbangê re dest pê bike.

"Birojîno, şîiyar bin" ew hawar dike, û di kolanan re diçe û li dahola xwe dixe, weke çawa birayê wî yê mezin û bavê wî wiha dikirin.

Lê di dema wî de tiştekî nû heye û hawareke nû heye: "Remezan vayrûsa Koronayê dûrî me bike," û "Xweda Îraqê ji COVID-19 biparêze".

Îraqîyan rotîna xwe ya Remezana îsal li gorî qedexeya ku ji 5 êvarî heta bi 5 dibehê dirêj dibe guncandîye -- ku di van demjimêran de carê Bexda pir qerebalix bû, ku heta derengê şevê xelkê şêrînîmenî dixwarin û diçûn mizgeftan.

Li şûn wê Îraqî di xalên pişkinînê re derbas dibin berî ku qedexeya derketinê dest pê bike, ew bi tena xwe li malên xwe nimêj dikin û şêrînîmenî û kulîçeyên ku ji firoşgehan dikirin li malên xwe çê dikin.

Hewayeke xemgîn û sar konê xwe li paytextê vedaye, ji ber ku rêkarên li hember belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû hiştine ku ew ji berbangê û heta rojavayê bêdeng be.

Binpêkirina qedexeyên derketinê

Piştî ku Muzahim hawar û banga xwe ya rojane bi dawî kir -- ku ew binpêkirin e ji qedexeya derketinê ya bi şev re -- roj li asmanê Bexdayê, duyem paytexta Erebî ya herî gelêrî, helat.

Vîrojê kolan pir germ in, polîsên trafîkê jî li hinek sîberê digerin. Bi sedên mizgeftan banga nimêjê dikin, û daxwazê ji xelkê dikin ku li malên xwe nimêj bikin.

Pişt re, dora Mûsa Berêrî hat.

Rojane du caran, xebatkarê agirvemirandinê bi rêya makrofona xwe bang li xelkê dike ku li malên xwe bimînin û xwe dûrî kombûnan bikin û destên xwe baş bişûn.

Qirik û lêvên wî zuha ne lê ew Musilmanekî nerm e, -Bedêrî di van rojên germ ên kenlandî yên dirêj de avê navexwe.

"Piştî belavbûna vayrûsa Koronayê, karê me duqat bûye. Em kampanîyên paqijkirinê û taqîmkirinê pk tînin û rênima û qewêtîyên fermî belav dikin, bi rêya makroforên otombîl û navendên me," ew ji AFP re dibêje.

Roj li pey ewrekî wendayî ye dema ku Murtedayê 22-salî bi motorê xwe di kolanê re derbas dibe.

Pakêt xwarinê yên ku divê ew berî qedexeya derketinê bigihîne xwedanên wan li pişt wî ne.

Ev du meh in ku xwaringeh girtî ne lê piştî rêkar hatin sivikkirin destûr ji wan re hat dan ku derghên xwe vekin bo bi tenê xwarinê bişînin malan.

Morteda rojane dora şeş nofan dibe, ku ev yek çarîka karê wî yê di Remezanan de ye.

Şopên cot ên rêkarên vayrûsa Koronayê û daketina buhayên neftê dê li ser Îraqê giran bin, û dê rêjeya hejarîyê bo 40% zêde bike, li gorî texmînên Banka Cîhanî.

Êvarên xerîb

Roj hazirîya rojavabûnê dike, siha xwe di hewşeke fireh a Mezargeha Ebdulqadir Geylanî de dihêle. Li wê mezargehê şêxekî terîqeta Sofî ya pîroz hatiye bi ax sipartin.

Bo cara yekem di jîyana wî de, şêx Yelmaz Yûsif, ê 70-salî, dibîne ku mezargeh û mizgeft vala ne.

"Ji salên 1970yan ve heta niha, min qet dergehê Mezargeha pîroz a Sêx Ebdulqadir girtî nedîtiye," Yûsif ji AFP re dibêje.

Dema roj diçe ava, ronîyên mizgeftan dixemilînin û banga nimêja mexrebê -- ku bang li xelkê dikin ku rojîya xwe bişkînin -- bajar mişt dikin.

Îraqî bi hesret şîvên xwe li malên xwe dixwin, û şîvên giran ên berê li bîra wan in, dema ku wan xizim, cîran û heval vexwendî xwarinê dikirin.

Di şûna gera di kolanên ronî de û xwarina şêrînîmenîyan û lîstina bi leystikan, ew di malan de heta derengî şevê bi kaxezan dilîzin û temaşeya televîzyonê dikin.

Di bultenên nûçeyan ên bi şevan de, kenalên Îraqî îlan kirin ku hejmarên nû yên vayrûsa Koronayê: behtirî 3,700 ne li seranserê welat û 130 mirî hene.

Hejmar zêde dibin, ku rewş berî Cejina Remezanê ya nêzîk dibe nexweş dibe -- ku carê cejin boneyeke xweş e bo kombûnên malbatî.

Nêzîkî berbangê, dengê lêdana daholan ji kolanan tê, û daholvan bang li xelkê dikin ku paşîva xwe bixwin.

Rotîna Bexdayê ya nû dîsan dest pê dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500