Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Îraqî pêşwazîya Remezanê dikin hevdem ligel qedexeya derketinê ji ber Vayrûsa Koronayê

Xalid Taî

Ofîsa Weqfa Sunî 22yê Nîsanê ragihand ku Înê (24ê Nîsanê) roja yekemîn a rojîya meha Remezanê ye. [Wêne ji Ofîsa Weqefa Sunî hatiye wergirtin]

Ofîsa Weqfa Sunî 22yê Nîsanê ragihand ku Înê (24ê Nîsanê) roja yekemîn a rojîya meha Remezanê ye. [Wêne ji Ofîsa Weqefa Sunî hatiye wergirtin]

Remezanê Înê (24ê Nîsanê) li Îraqê ligel qedexeya derketina derve ya ji ber Vayrûsa Koronayê dest pê kir, ku Îraqîyan neçar dike meha pîroz bêyî kokmbûyînên malbatî û nimêjên bi kom pîroz bikin.

Remezana îsal dê şahî û çalakîyên iftarê yên giştî ku her sal dihatin birêxistinkirin nebîne, ji ber qedexeya derketinê ya rojane ya ji 7ê êvarî heya 6ê sibehê dom dike û qedexeyeke giştî ya dawîya heftîyê, wate În û Şemîyê.

Mizgeft îro girtî ne û nimêja komî, terawîh û kombûyînên lavayan tevde dedexekirî ne ji tirsa belavbûna Koronayê, şênîyekî bi navê Rîda Hesen ê 64 salî ji Bexdaya Nû Înê ji Diyaruna re got.

"Em fêr bûbûn ku hemû rêûresmên olî yên Remezanê heya di rewşên ewlehî yên pir dijwar de jî pêk bînin, wî got. "Lê îsal divê werin rawestandin".

Xebatkarekî tendirustîyê 23yê Nîsanê germahîya jineke Îraqî digire dipîve weke di çarçoveya rêkarên li dijî Koronayê hatine standin de. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xebatkarekî tendirustîyê 23yê Nîsanê germahîya jineke Îraqî digire dipîve weke di çarçoveya rêkarên li dijî Koronayê hatine standin de. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hesen dîyar kir ku "em nimêj dikin da nexweşî biçe û hemû kesên nexweş rehet bibin".

"Vê nexweşîyê me ji kêfxweşîya bi Remezanê bêpar kir ku nema dikarin biçin gel xizmên xwe û bi hev re li sifreya iftar û paşîvê kom bibin", Meyada Ewad, jineke ji taxa Rîsala ya Bexdayê wiha got.

Wê anî ziman ku "lê divê em hemû rêkarên xweparastinê pêk bînin da bi selametî ji vê belayê xelas bibin".

Wezareta Hundir hemû biryarên girêdayî Vayrûsa Koronayê yên ji Komîteya Bilind a Tendirustî û Selametîya Niştimanî derketine bi cih tîne, peyvdarê wezaretê lîwa Xalid Muhena ji Diyaruna re ragihand.

Muhena dîyar kir ku "komîte gelek rêkarên parêzî standine û dê heya dawîya Remezanê bimînin".

Wî destnîşan kir ku wezaret "divê van rêkaran herwiha çi rêkareke hikumî ya nû ku dê bo rûbirûbûna Koronayê derkeve bi cih bîne".

Xurtkirina ewlehîyê

Muhena da zanîn ku wezaret bo her rewşeke awarte ku dibe di vê mehê de rû bide amade ye.

Wî daxuyand ku hêzên ewlehî û hewalgirîyê rêkarin bo xurtkirina ewlehîyê standine, di nav de "bilindkirina asta êrîşên li ser veşartgehên terorîstan".

Wî got ku vê dawîyê gelek operasyon li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverên biyabanî, çîya, newal û gundên dûr pêk hatin.

Muhena got ku ev operasyon ligel çalakîyeke hewalgirî ya mezin tên, û da zanîn jî ku sîxur çavdêrîya şanên razayî yên DAIŞê dikin û wan dişopînin, û agahîyên ku dê bihêlin planên milîsan di dema guncaw de werin têkbirin pêşkêş dikin.

Êrîşên terorî yên vê dawîyê ji alîyê jimareke biçûk a paşmahîyên DAIŞê pêk hatibûn "ên dixwazin bi çi hawî mabe hebûna xwe piştrast bikin," wî got. "Lê aniha yan paşê be em ê dawîyê li wan bînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500