Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Stranbêjê rapê yê berê, yê guman heye ku endamê DAIŞê ye li Spanyayê tê girtin

AFP

Ebdul Mejîd Ebdul Barî welatîyekî Misrî ye û stranbêjê berê yê rapê ye, yê piştî ku wêneyekî xwe çaxê serekî birî hildigire di Twitter de belav kir li Spanyayê hat girtin. [Wêne ji înternêtê hatiye girtin] 

Ebdul Mejîd Ebdul Barî welatîyekî Misrî ye û stranbêjê berê yê rapê ye, yê piştî ku wêneyekî xwe çaxê serekî birî hildigire di Twitter de belav kir li Spanyayê hat girtin. [Wêne ji înternêtê hatiye girtin] 

Stranbêjekî berê yê Brîtanyayê yê ku guman heye ku ew endamê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ li Spanyayê hat girtin, jêdereke dadwerî Çarşemê (22yê Nîsanê) ragihand.

Ebdul Mejîd Ebdul Barî, stranbêjê berê yê rapê yên ji rojavayê Londonê yê piştî ku wêneyekî xwe çaxê serekî birî hildigire di Twitter de belav kir, li bajarê beravî yê Almêryayê li başûrê Spanyayê hat girtin, li gorî heman jêderê.

Polîs Sêşemê girtina "yek ji kesên herî tê xwestin ji çekdarên biyanî yên DAIŞ" ragihand û dîyar kir ku ew kesekî Misrî ye lê ne navê wî eşkere kir û nejî dîyar kir ku ew li kûderê hatiye girtin.

Jêdereke dadwerî ya Spanî ji AFP re piştrast kir ku yê hatiye girtin Ebdul Barî ye.

Polîs ragihand ku gumanbar "vê dawîyê bi awayekî neyasayî derbasî Spanyayê bûbû û wî xwe di xanîyekî de" li bajarê Almêryayê vedişart, û çend kesine din jî hatin girtin.

"Ew yek ji terorîstên herî tê xwestin li Ewropayê ye, ji ber tawanên wî yên dema ku ew di nava rêzên DAIŞê de bû û ji ber ku ew pir xeternak e," polîs di daxuyanîyekê de got.

Berî ew bigihêje Spanyayê, Ebdul Barî "çend sal li herêmên şer li Îraq û Sûrîyayê qedandine", polîs got û da zanîn ku "ew xwedan kesayeteke pir xerîb û namo ye û ji ber ku ew pir tundrew e û tawanên hovane kirine ew bû cihê bayexa polîs û ajansên hewalgirî yên Ewropayê".

Ebdul Barî, yê ku li Londonê hatiye dunyayê, xwedan navûdengîyeke pir xerab e piştî wî posteke Twitter belav kir ku tê de ew bi çend serên jêkirî digire, û ev sernav nivîsîye: "Chillin' bi hevalê min re ye, yan tiştê jê maye".

Ew kurê Adil Ebdul Barî ye,Misrîyekî ku sala 2015an bi 25 salan zindan hat dadgehkirin ji hêla dadgeheke Amerîkî ve ji ber cihgirtina wî di teqînên 1998an de yên ku balyozxaneyên Amerîkayê li Kîneya û Tenzanyayê armanc kirin, ku 224 kes di wan de hatin kuştin û bêhtir ji 5,000 kesan jî birîndar bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500