Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşine asmanî yên Îraqî veşartgehine DAIŞê li Selahedînê wêran dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî di 2yê Kanûna Duyem a 2018an de li paşmahîyên DAIŞê li biyabana Dûr a parêzgeha Selahedînê digerin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 2yê Kanûna Duyem a 2018an de li paşmahîyên DAIŞê li biyabana Dûr a parêzgeha Selahedînê digerin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Balafirine şer ên Îraqî Yekşemê (19ê Nîsanê) pêngaveke bombebaranî dijwar li ser veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Dûr a parêzgeha Selahedînê pêk anî, li gorî berpirsekî herêmî.

"Balafirên F-16 ên Îraqî gelek êrîşên asmanî li ser girava Ebdul Ezîz, ku di çemê Dicleyê de, li beşê rojavayî yê navçeyê ye pêk anîn," serokê encumena herêmî ya Dûr Elî Newaf Ziyab Hesan wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku girav devereke tijî şênahî ye û ji alîyê hêzên ewlekarî û hewalgirîyê weke wargeheke DAIŞê hate destnîşankirin, ev jî ligel raportine ku dibêjin gelek veşartgeh li wir hene.

Li gorî Wezareta Berevanîyê ya Îraqî, bombebaranê veşartgeh wêran kirin û 14 çekdar hatin kuştin.

Fermandarine artêş û polîsê Îraqî di 19ê Nîsanê de li ser erkekî lêgerînê li gudnên parêzgeha Selahedînê disekinin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Fermandarine artêş û polîsê Îraqî di 19ê Nîsanê de li ser erkekî lêgerînê li gudnên parêzgeha Selahedînê disekinin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hesan dîyar kir ku êrîşa asmanî, "êrîşeke parêzî û bandorê li refên dijmin dike", ew "bibandor û serkeftî" bû.

Wî anî ziman ku "terorîstan hewl didan girav bikirana bargeheke çalak ku ji wir plan û êrîşên xwe li ser Selahedîn û parêzgehên din dest pê bikirana".

Hesan da zanîn ku xebatên rêxistinkirî yên di nava ajansên ewlekarî de û hevkarîya bi niştecihên herêmî û serkirdeyan re hişt operasyon bi ser keve.

Divê xebatên li dijî DAIŞê bidomin

Hesan got ku divê ev xebat werin zêdekirin, bi taybet li beşên rojhilatî yên navçeyê, ku paşmahîyên DAIŞê li bajarokê Celam, Ês, Selabixa û Mitêbîca, û heya bi çîyayên Hemrîn û Ezim li parêzgeha Diyalayê hene.

Wî daxuyand ku ew li van deveran bi awayekî komî tev digerin ku ji cihekî diçin cihekî din.

Hesan anî ziman ku "artêşa Îraqî û ajansên ewlekarîyê yên din her tim li pey van paşmahîyan in," da zanîn jî ku balafirên hevpyemanîya navdewletî bi giranî tevlî van xebatan dibin.

Wî got ku bo were misogerkirin ku dê rê ji tundrewan re neyê dayîn da refên xwe xurt bikin, "divê em xebatên armanckirina veşartgehên wan û têkbirina planên wan berdewam bikin".

Herwiha hêzên ewlekarîyê li Selahedînê Yeşemê operasyoneke maliştinê jî li gundên rojavayî bajarê Tekrît û başûrê Siniyayê dabû destpêkirin, li gorî daxuyanîyeke polîs.

Yekîneyin ji Fermdandarîya Operasyonên Selahedînê û focên rewşên awarte yên polîsê, herwiha tîmine peywendî û dîtina teqemenîyan jî beşdarî vê operasyonê bûbûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500