Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî navçeyeke Selahedînê piştî êrîşên DAIŞê diparêzin

Xalid Taî

Fermandarê polîsê Selahedînê lîwa Qindîl Xelîl serdana navendên polîsê yên li navçeya Ishaqî ya parêzgeha Selahedînê di 20ê Tebaxê de kir da xebatên ewlehî yên berdewam bişopîne. [Wêne ji polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Fermandarê polîsê Selahedînê lîwa Qindîl Xelîl serdana navendên polîsê yên li navçeya Ishaqî ya parêzgeha Selahedînê di 20ê Tebaxê de kir da xebatên ewlehî yên berdewam bişopîne. [Wêne ji polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dorpêçeke ewlehî li dora navçeya Ishaqî ya parêzgeha Selahedînê sepand pişî rêzeêrîşên dawî yên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Endamine DAIŞê Çarşemê (26ê Tebaxê) êrîşek li dijî navenda polîsê herêmî li gundê Edhiya bi çekên sivik û navên pêk anî, di encamê de sivîl û efserekî ewlekarîyê birîndar bûn, birêveberê navçeya Ishaqî Casim Mihemed Beziî ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku xurtkirina ewlehî gihaşt navçeyê û dorpêçek li derdorê sepand da nehêle êrîşker birevin û karibe bistanên navçeyê bimale.

Beziî dîyar kir ku êrîşên li ser Ishaqî di demên dawî de pir zêde bûye, tiştê hişt desthilatên herêmî banga pêngaveke ewlehî berfireh bikin.

Leşkerine Îraqî di 22yê Tebaxa 2019an de operasyoneke lêgerînê li gundê Edhiya yê navçeya Ishaqî li parêzgeha Selahedînê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî di 22yê Tebaxa 2019an de operasyoneke lêgerînê li gundê Edhiya yê navçeya Ishaqî li parêzgeha Selahedînê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir ku "gelek operasyonên ewlehî hatin pêkanîn, di encamê de jimareke veşartgeh û stargehên DAIŞê wêran bûn, lê weke ji êrîşa duh xuya bû hîna metirsî heye".

Beziî da zanîn ku Ishaqî ji ber bi pirbûna darên xwe, dehl û giravên çemî navdar e, cihê sereke yê ku tundrew berê xwe didinê, ku xwedî veşartgehine xwezayî ye û maşîneyên serbazî yên giran nikarin bigihêjin wan.

Ew herêmeke birêveberî ye jî ku girêdayî navçeya Beled e, û yek ji bajarok û gundên çandinîyê yê li parêzgehên Diyala û Enbarê dinêre ye, herwiha beşên başûrî yên Bexdayê jî.

Wî daxuyand ku cihê Ishaqî yê stratejîk korîdorekê ji tundrewan re peyda dike yên ji fişarên operasyonên ewlehî û pêngavên çavdêrîyê yên li biyabana rojavayî ya Îraqê pêk tên direvin.

Berhengarîyên ewlehî yên mezin

Beziî da zanîn ku gundên herî rastî berhengarîyên ewlehî yên mezin tên li navçeyê Edhiya û Ferhatiya ne. "Berî pênc salan ji DAIŞê rizgar bûne, lê hîna ew gefekê li ewlehîya navçe û derdorê dixwin".

Ji çaxa rizgar bûne, herdu gund mîna qadên destpêkirina êrîşên çekdaran dihatin bikaranîn ku kendûkozên çandinîyên yên li herêmê û pirbûna niştecihî keysbaz dikirin -- Edhiya tenê derdora 7,000 niştecihên wê hene.

Beziî dîyar kir ku tevî herdu gund gelek operasyonên ewlehî lê çêbûn jî "lê xweşik nehatin maliştin û devera ku hemû giha jî bi temamî nehat paqijkirin".

Wî anî ziman ku operasyonên terorîst berdewam dikin, û di encamê de ji 2015an ve 43 sivîl ji herdu gundan hatine kuştin.

Beziî got, "em hêvî dikin ku rêkarên dê ji alîyê pêngavên ewlehî yên mezin tên girtin dê karibin paşmahîyên DAIŞê û şanên wê yên razayî li [navçeya] me têk bibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500