Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanî veşartgeheke DAIŞê li çîyayên Mexûlê wêran dike

Xalid Taî

Hêzên Îraqî beşdarî operasyoneke lêgerînê li çîyayên Mexûlê li Şerqatê di 19ê Nîsana 2018an de dibin. [Wêne ji foca Selahedînê ya tektîkî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî beşdarî operasyoneke lêgerînê li çîyayên Mexûlê li Şerqatê di 19ê Nîsana 2018an de dibin. [Wêne ji foca Selahedînê ya tektîkî hatiye wergirtin]

Balafirên hevpeymanîya navdewletî veşartgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rêzeçîyayên Mexûlê bombebaran kir, birêveberîya xwecihî ya navçeya Şerqatê ya parêzgeha Selahedînê roja Pêncşemê (28ê Adarê) ragihand.

Operasyon beşeke pêvajoya lêgerînê ya hêzên Îraqî ye da çîyayên Mexûlê û çîyayên din li deverên navçeyê ji paşmahîyên DAIŞê paqij bikin.

Balefirên hevpeymanîyê, li ser bingeha raportine hewalgirî, êrîşin li ser baregeha razayî ya DAIŞê li çîyayên Mexûlê pêk anî, şaredarê navçeya Şerqatê Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

Dewdeh got ku veşartgeh bi temamî wêran bû, da zanîn jî ku hêrî kêm neh endamên DAIŞê "belkî di êrîşên asmanî de hatibin kuştin."

Hêzên Îraqî derbasî çîyayên Mexûlê dibin bo li paşmahîyên DAIŞê yên li kendûkozan veşartî bigerin di 19ê Nîsana 2018an de. [Wêne ji foca Selahedînê ya tektîkî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî derbasî çîyayên Mexûlê dibin bo li paşmahîyên DAIŞê yên li kendûkozan veşartî bigerin di 19ê Nîsana 2018an de. [Wêne ji foca Selahedînê ya tektîkî hatiye wergirtin]

Dewdeh dîyar kir ku ji destpêka hefteyê ve, hêzên Îraqî pêveajoyeke lêgerînê berfireh bo paşmahîyên DAIŞê yên li deverên çîyayî yên Şerqatê pêk tînin.

Ev dever, tevî çîyayên Mexûlê, deverên çîyayên ên li gundên Xanûka, Neml, Zawîya û Meşkê dihundirînin.

"Hêzin ji Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, polîsê Selahedîn û Şerqatê, foca tektîkî û yekîneya SWAT beşdarî operasyonê dibin, herwiha Lîwaya 51ê ya heşda êlî, Dewdeh wisa eşkere kir.

Wî destnîşan kir ku hêzên Îraqî deverine çîyayî berfireh li van gundan dîtin, da zanîn jî ku şeş tunêlên DAIŞê li çîyayên Xanûkayê ku xwarin, kelûpelên malan û cilan dihundirînin, wêran kirin.

Wî got ku pêvajoya ewlekarî ya berdewam ji hêla Fermandarîya Opersyonên Slahedînê tê birêvebirin, da zanîn ku hêzên ewlekarîyê "navendine pasdarîyê li nêzî çîyayan dan belavkirin, ku hêzên polîsê jî bi giranî belav bûne."

Gefa DAIŞê "pir qels bûye"

Dewdeh dîyar kir ku "gefa terorîst ji ber êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê û operasyonên ewlekarîyê yên berdewam pir kêm bûye."

Li gorî raportên hewalgirî, aniha "ne bêhtirî 30 paşmahîyên DAIŞê li deverên çîyayî" mane, wî anî ziman.

Dewdeh daxuyand ku "ajansên ewlekarî û hewlagirîyê yên Îraqî nasnameya van endaman nas dikin, da zanîn jî ku ferman bi girtina wan hatiye derketin.

Dewdeh anî ziman ku bajarê Şerqatê yekemîn car "rewşeke ewlehî aram" ji berî çenda salan ve dijî.

Wî got ku hinek gundên dûr weke Kenûs li bakurê Selahedînê û deverên nêzî girava Hertayê, gerekdarî haydarîyeke zêdetir in, "lê rewşa ewlekarî li wir baş dibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500