Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Îraq bi hezarên girtîyan serbest dike bo kêmkirina belavbûna Koronayê

Xalid Taî

Xebatkarên tendirustîyê roja 10ê Nîsanê zindana Hilayê li başûrê Bexdayê taqîm dikin bo nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê ya nê. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xebatkarên tendirustîyê roja 10ê Nîsanê zindana Hilayê li başûrê Bexdayê taqîm dikin bo nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê ya nê. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bêhtir ji 16,000 girtîyan ji zindanên Îraqî hatine azadkirin ji dema belavbûna petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19), Encumenda Bilind a Dadwerîyê Pêncşemê (16ê Nîsanê) ragihand.

Weke rêkareke zêdetir bo kêmkirina belavbûna vayrûsa kujer, Wezareta Dadê lîsteke bi navê 1,007 sûcdaran da serokatîya encumena wezîran bo derxistina bexşandineke taybet, ku lîstê navê 57 ciwanên nûhatî hewand.

Hikûmeta Îraqî roja 7ê Nîsanê pêşinyarek pêşkêşî serokê Îraqê Berhem Salih kir, li ser daxwaza wî, ku efûyeke taybet bo hinek zindanîyan pêşinyar kirin bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê.

Girtîyên ku ev efû wan dihundirîne divê nîvê cezayê xwe qedan dibin yan kêmtir ji salekê ji cezayê wan mabe, yan jî hukmê wan salek zindan be yan kêmtir.

Wezîrê Dadê yê Îraqî Farûq Emîn Şiwanî (çep) bi xebatkarên Zindana Navendî ya Hilayê re li dor rêkarên parêzî yên li dijî vayrûsa Koronayê ya nû hatine wergirtin diaxêve. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Dadê yê Îraqî Farûq Emîn Şiwanî (çep) bi xebatkarên Zindana Navendî ya Hilayê re li dor rêkarên parêzî yên li dijî vayrûsa Koronayê ya nû hatine wergirtin diaxêve. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Dibe ku sûcdar were azadkirin bi mercê ku kesê gilîkirîye yan malbata qurbanîyê ji mafên xwe li hember dadwer an dadgeha lêpirsînê xweş bibin, çavkanîyekê di Wezareta Dadê de ku daxwaz kir ku navê wî neyê eşkerekirin ji Diyaruna re ragihand.

Girtîyên sûcdar bi tawanên têkildarî gendelî, terorîzm û têkbirina ewlehîya Îraqê ne beşek in ji efûwê.

Herwiha yên sûcdar bi tawanên têkildarî gendelîya îdarî û darayî, sipîkirina pereyan û hederkirina malê giştî, sextekirina diravan, bazirganîya dermanên hişbir, qaçaxîya şûnwaran, destdirêjîya sêksî û bazirganîya bi mirovan ne beşek in ji efûwê.

Wezaret zindanan ji vayrûsê diparêze

Çavkanîyê got ku tu haletên vayrûsa Koronayê li zindanan heta niha nehatiye tomarkirin.

Wî daxuyand ku ji destpêka belavbûna vayrûsê ve, wezaret rêkarên parêzî pêk tîne, û da zanîn ku Wezîrê Dadê Farûq Emîn Şiwanî ferman da ku divê serdanên malbatan bi awayekî demkî bo zindanîyan werin rawestandin ji bo parastina selametîya wan.

Wî dîyar kir ku pasîvanên zindanê mehane heftîyekê bêhinvedanê werdigirin di şûna du heftîyan de, û da zanîn ku pişkinîn ji staf û pasîvan re tê encamdan berî ew derbasî zindanê bibin, û divê tiştên wan jî werin taqîmkirin.

Wî got ku wezaret rojane hemû holên zindanê paqij dike û taqîm dike û mask û lepikan ji xebatkar û girtîyan re tîne, ligel pişkinîna bijîşkî û pîvana pila germahîyê ji demekê bo demeke din.

Wî got ku korsên hişyarîkirinê ji vayrûsê û awayên xweparastinê li zindanan tên lidarxistin, û tîmên mafên mirov bi berdewamî serdana zindanan dikin bo sehkirina rewşa girtîyan û çavdêrîkirina rêkarên xweparastina ji petayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500