Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Kurdên Sûrîyayê rêkarên rûbirûbûna vayrûsa Koronayê didin pêş

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xebatkarekî Desteya Tendirustîyê ya Birêveberîya Xweser dermanê dijî maykroban li ofîsekê li bajarê Tebqayê li parêzgeha Reqayê dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Xebatkarekî Desteya Tendirustîyê ya Birêveberîya Xweser dermanê dijî maykroban li ofîsekê li bajarê Tebqayê li parêzgeha Reqayê dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Birêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyayê çend tedbîr û rêkarên parêzî îlan kirin bo rêgirtin li berbelavbûna petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19), rayedarekî Kurd ragihand.

Tedbîr ji amadekirina navend û xalên bijîşkî bo rêgirtin li ber belavbûna petaya cîhanî re, herwiha organîzkirina kampanîyên hişyarîkirinê pêk tên, berpirsekî Heyva Sor a Kurdî, Azad Dûdekî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku birêveberîyê hemû dibistan girtine û kombûnên mezin ên mîna ahengan, zemawendan û merasîmên olî, û herwiha hemû çalakîyên akadîmî û werzişî qedexe kirine.

Wî daxuyand ku birêveberîyê basên veguhestinê rawestandine û serdanên malbatî bo hemû zindanan û navendên girtinê li deverê qedexe kirine.

Xebatkarekî Desteya Tendirustîyê ya Birêveberîya Xweser germaya sivîlekî li xaleke sînorî li devere li jêr kontrola birêvebrîyê digire. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Xebatkarekî Desteya Tendirustîyê ya Birêveberîya Xweser germaya sivîlekî li xaleke sînorî li devere li jêr kontrola birêvebrîyê digire. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Dûdekî got ku gelek navendên bijîşkî yên li deverê êdî alavên pêwîst bo nehiştina tûşbûna vayrûsa Koronayê li wan hene, û xebatkarên bijîşkî û perestar tên perwerdekirin çawa rêkarên pêwîst bigirin dema ku haletan bibînin.

Wî got ku dê xalên bijîşkî li kampan li şewbê bigerin, û ew hatine hînkirin çawa yekser tedbîran bigirin bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsê.

Wî daxuyand ku herwiha dermanên maykroban li qadên giştî, sazî û ofîsên birêveberîyê hatine kirin, û hinek ji ofîsan bi awayekî demkî hatine girtin.

Xalên sînorî girtî ne

Dûdekî got ku çavdêrî li hemû derbasgehên bi herêmên din re hatiye qayimkirin, di çarçoveya xebateke hevbeş de di navbera hêzên ewlekarîyê û karmendên tendirustîyê de bo pişkinîna rewşa tendirustî ya kesên di wan derbasgehan re derbas dibin.

Wî daxuyand ku hejmarek ji xalên sînorî hatine girtin, bi taybetî yê ku diçin bo deverên li jêr kontrola rejîmê.

Herwiha çavdêrî li nava kampan hatiye qayimkirin û tevgera çûnûhatinê heta astê herî kêm hatiye kêmkirin.

Têkildarî xebatên bilindkirina asta têgihiştinê, Dûdekî got ku kampanya teqezîyê li ser girîngîya kêmkirina welatîyan ji derketina wan ji malên wan û dûrketina ji kombûnan dikin.

Wî got ku herwiha dê çavdêrîya bazar û dermanxaneyan were kirin bo kes buhayên tiştan bilind neke, bi taybetî firoştina dermanên kuştina maykroban û tiştên din ên ku di vê demê de pir pêwîstî bi wan heye.

Dûdekî da zanîn ku Desteya Tendirustîyê ya Birêveberîyê hîn tu haletên şewba vayrûsa Koronayê destnîşan nekirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500